Wezîrê Derve yê Tirkiyê: Şerê Îran û Îsraîlê bidawî nebe, dê berfirehtir bibe

Navenda Nûçeyan (K24) – Wezîrê Derve yê Tirkiyeyê Hakan Fîdan di Civîna Rêxistina Hevkariya Îslamî (RHÎ) de hişyarî da, eger şerê Îran û Îsraîlê neyê rawestandin, dê welatên din ên herêmê jî bigire nav xwe. Fîdan tekez kir ku Tirkiye "hewlên ji bo parçekirina herêmê" red dike û Îsraîl wek "kêşeya herêmê" bi nav kir.
Wezîrê Karên Derve yê Tirkiyeyê Hakan Fîdan îro 21ê Hezîranê di 51emîn Civîna Wezîrên Derve yên Welatên Rêxistina Hevkariya Îslamî de li Stenbolê gotarek pêşkêş kir û bi tundî behsa şerê di navbera Îsraîl û Îranê de kir.
Di gotara xwe de, Fîdan tekezî li ser piştgiriya welatên Îslamî ji bo Îranê kir û got: "Îsraîl bûye kêşeya herêmê û pêwîst e civaka navneteweyî rola xwe pêk bîne."
Fîdan herwiha bal kişand ser dema êrîşê û got: "Êrîşa Îsraîlê li ser Îranê di demekê de bû ku danûstandinên atomî berdewam bûn, em vê yekê red dikin. Ev alozî dê berfireh bibe û welatên din jî bigire nav xwe, divê di zûtirîn dem de bi dawî bibe."
Wezîrê Derve yê Tirkiyeyê di beşeke din a axaftina xwe de anî ziman, Serokkomar Recep Tayyîp Erdogan hemû hewlên xwe ji bo aramkirina rewşa herêmê dide. Fîdan careke din tekez kir ku Tirkiye hewlên ji bo parçekirina herêmê red dike.
Îran li benda helwesteke tund e
Wezîrê Derve yê Îranê Ebbas Araqçî piştî civînên xwe yên li Cinêvê, îro ji bo beşdarbûna heman civînê gihîşt Stenbolê. Araqçî ragihand, mijara sereke ya civînê dê gotûbêjkirina "êrîşên nerawa" yên Îsraîlê be û got: "Em hêvîdar in ku daxuyaniyeke tund û yekalîker ji bo şermezarkirina vê destdirêjiyê bê derxistin."
Araqçî da zanîn, di çarçoveya serdana xwe ya li Stenbolê de, ew ê bi awayekî cuda bi wezîrên beşdar û herwiha bi Serokkomarê Tirkiyeyê Recep Tayyîp Erdogan re bicive.
Şer di berbanga roja Înê, 13.06.2025an de dest pê kiribû, dema ku Îsraîlê bi zêdetirî 200 firokeyên şer gelek baregehên serbazî û navendên atomî yên Îranê bombebaran kiribûn. Îran jî wek bersiv, rojane bi dehan moşekan diavêje ser Îsraîlê.