Li seranserê Îsraîlê zenga haydarkirinê hat lêdan

Navenda Nûçeyan (K24) - Îranê bi dehan mûşek ber bi ÎsraÎlê ve bilind kirin û Îsraîlê jî zejnga haydarkirinê lê da û rûbirûyî mûşekên Îranê dibe.

Artêşa Îsraîlê îro (Yekşem, 22ê Hezîrana 2025ê) ragihand, “Ji ber êrîşên mûşekî yên Îranê, li seranserê Îsraîlê zenga haydarkirinê hat lêdan.”

Artêşa navbirî herwesa got, “Îranê mûşekek ber bi Heyfayê ve avêtiye.”

Her wê çavkaniyê tekez jî kir, "Em dê bi êrîşên mûşekî yên Îranê re rû bi rû bibin."

Herwesa medyaya Îsraîlê jî ragihand, "Li dû texmînan, nêzîkî 40 mûşekên Îranî ber bi Îsraîlê ve hatine avêtin. Dengê teqînê jî li Orşelîmê hatiye bihîstin."

Îsraîlê li serê sibeha roja Înê (13ê Hezîrana 2025ê) bi zêdetirî 200 balafirên şerî bi dehan cihên leşkerî û bingehên atomî li Tehranê û çend deverên din ên Îranê bombebaran kirin. Herwesa hejmareke berpirsên leşkerî yên payebilind û zanayên atomî kuştin.

Îranê jî derengê şeva Înê ji aliyê xwe ve wekî bersivek ji bo êrîşên Îsraîlê Operasyona "Soza Rastgo ya 3"ê ragihand û bi sedan mûşekên balîstîk avêtin Tel Evîvê. Sîstema bergiriya asmanî ya Îsraîlê rê li piraniya wan girt. Lê hejmareke wan ket û çend avahî û xanî wêran bûn.