Hikûmeta Iraqê: Êrîşên Amerîkayê tenahiya deverê dixin xeterê

Navenda Nûçeyan (K24) - Berdevkê Hikûmeta Iraqê Basim Ewadî îro (Yekşem, 22ê Hezîrana 2025ê) li ser êrîşên Amerîkayê yên li ser sê dezgehên atomî yên Îranê ragihandinek belav kir.

Di wê ragihandinê de hatiye, "Hikûmeta Iraqê nîgeraniya xwe ya zêde ji bo bombebarankirina dezgehên atomî yên Îranê diyar dike û bi tundî şermezar dike. Ev pêşketina leşkerî xetereke cidî li ser aştî û ewlehiya Rojhilata Navîn çê dike û tenahiya deverê bi awayekî tevahî dixe xeterê."

Hikûmeta Iraqê "bikaranîna hêzê di têkiliyên navneteweyî de red dike û daxwaz dike ku rêz li serweriya welatan bê girtin û êrîşî ser dezgehên wan ên girîng neyê kirin, xasma jî yên ku di bin çavdêriya Ajansa Enerjiya Atomî ya Navneteweyî de ne û ji bo armancên aştiyane tên bikaranîn."

Hikûmeta Iraqê tekezê li ser rêya diplomatîk ji bo çarekirina arêşeyan dike û amajeyê dide, "Çareseriya leşkerî nikare şûna diyalog û dîplomasiyê bigire. Berdewamiya van êrîşan dê bibe sedema pêşketinên xeter û encamên wê jî dê ji sînorên hemî welatan derbas bibin û dê bandor li ser tenahiya deverê û cîhanê hebe."

Di pareke din a wê ragihandinê de hatiye, "Şer tenê wêraniyê li dû xwe dihêle. Divê welatên bihêz û civaka navneteweyî di rizgarkirina cîhanê ji zêdetir krîzan de rolekî bilîzin, ne ku wan bişewitînin."

Hikûmeta federal amaje jî daye, “Li gorî berpirsiyariya xwe ya ji bo aştî û tenahiya herêmî û navneteweyî, Iraq daxwaza kêmkirina tavilê ya astê pêşketin û vekirina kanalên dîplomatîk ên bilez ji bo kontrolkirina rewşê û bizavên bêbandorkirina krîzê dike, bi awayekî ku ewlehiya bikom misoger bike û rêzê li qanûnên navneteweyî û peymanên Neteweyên Yekgirtî bigire.”

Serokê Amerîkayê Donald Trump li serê sibeha îro (Yekşem, 22ê Hezîrana 2025ê) li Koçka Spî di gotarekê de got, “Balafirên şerî yên Amerîkayê li sê cihên Îranê operasyoneke pir berfireh pêk aniye, dezgehên atomî yên rejîma Îranê bombebaran kirine, Fordo, Netenz û Esfehan wêran kirine.”

Donald Trump herwesa got, "Armanca me ji wê êrîşê ew bû ku em şiyana Îranê ya pîtandina uranyûmê rawestînin û gefên rejîma Îranê bidawî bînin, ku di piştevanîkirina terorê de li cîhanê welatê herî mezin e."

Navbirî amaje jî da, "Ez dikarim ji cîhanê re bibêjim ku êrîşa me pir bêhempa bû, ji hêla leşkerî ve pir serketî bû, ji ber ku bingehên atomî yên Îranê bi tevahî hatine wêrankirin û pûçkirin."

Serokê Amerîkayê herwesa ragihand, “Îranê Rojhilata Navîn têk daye, lê niha divê ew aştiyê bike.”