Trump: Welatê me niha weke demançeyê germ e
Navenda Nûçeyan (K24) – Serokê Amerîkayê Donald Trump, piştî êrîşa li ser binkeyên atomî yên Îranê, ji rojnameya Wall Street Journal re axivî û got, "Welatê me şeş meh berê mirî bû, lê niha weke demançeyê germ e." Trump da zanîn, ji dema vegeriyaye Koşka Spî, wî nêrîna li hember Amerîkayê bi temamî guhertiye.
Firokeyên şer ên Amerîkayê îro 22ê Hezîranê danê sibe, hersê binkeyên etomî yên Fordo, Netenz û Îsfehanê yên li Îranê bombebaran kirin.
Derbarê êrîşê de, Trump li ser tora civakî ya 'X' nivîsîbû: "Me êrîşa xwe ya gelekî serkeftî ya li ser sê binkeyên etomî yên Îranê bi dawî kir. Bareke tijî bombe li ser binkeya sereke, Fordo, hate valakirin."
Di beşeke din a posta xwe de Trump gotibû, "Hemû firoke bi silametî di riya vegerê de ne. Pîrozbahiyê li serbazên me yên mezin ên Amerîkî dikim. Ti artêşeke din li cîhanê tune ye ku bikaribe vê yekê bike. Niha dema aştiyê ye!"
Zincîreya alozî û êrîşan
Ev êrîşa Amerîkayê di demekê de tê ku aloziya di navbera Îran û Îsraîlê de gihîştibû lûtkeyê.
Ber destê sibê roja Înê, 13ê Hezîrana 2025an, artêşa Îsraîlê bi firokeyên şer û dronan êrîş biribû ser Îranê û binkeyên etomî û kargehên çêkirina mûşekên balîstîk bombebaran kiribûn. Di wê êrîşê de, hejmarek ji serkirdeyên leşkerî û zanyarên etomî yên Îranê hatibûn kuştin.
Li hember vê êrîşê, Îranê di derengiya şeva Înê de bi sedan mûşekên balîstîk arasteyî Tel Avîvê kiribûn. Sîstema berevaniya asmanî ya Îsraîlê piranîya mûşekan bêbandor kiribû, lê hejmarek ji wan gihiştibûn armancên xwe û di encamê de gelek avahî û xanî hatibûn rûxandin.