Îsraîlê careke din êrîş kir ser Tebrîzê

Navenda Nûçeyan (K24) - Artêşa Îsraîlê îro (Duşem, 23ê Hezîrana 2025ê) ragihand ku, êrîş kiriye ser bingehên mûşekan û jêrxaneya leşkerî li rojavayê Îranê, ku dikeve başûrê rojavayê bajarê Tebrîzê.

Balyozê Îranê li Neteweyên Yekgirtî li Nû Yorkê Amerîka bi karanîna hincetên bêwate û çêkirî ji bo şerê li dijî welatê wî tometbar kir. Ew jî wekî amajeyek ji bo êrîşa duhî (Yekşem, 22ê Hezîrana 2025ê) ya li ser bingehên atomî yên Îranê, ku bi fermana Serokê Amerîkayê Donald Trump hatibû kirin.

Balyozê Îranê li Neteweyên Yekgirtî herwesa ragihand, “Ji ber êrîşên Îsraîlê, bi hezaran Îranî hatine kuştin û birîndar bûne.”

Tehranê jî ji aliyê xwe ve ragihand, “En bingehên leşkerî yên ku ji hêla Waşintonê ve ji bo êrîşan têne bikar anîn wekî armancên rewa têne hesibandin.” Ji aliyekî din ve Serokê Fransayê Emanuel Macron daxwaz li welatan kir ku ji aloziyên li Rojhilata Navîn dûr bikevin.

Îsraîlê li serê sibeha roja Înê (13ê Hezîrana 2025ê) bi zêdetirî 200 balafirên şerî bi dehan cihên leşkerî û bingehên atomî li Tehranê û çend deverên din ên Îranê bombebaran kirin. Herwesa hejmareke berpirsên leşkerî yên payebilind û zanayên atomî kuştin.

Îranê jî derengê şeva Înê ji aliyê xwe ve wekî bersivek ji bo êrîşên Îsraîlê Operasyona "Soza Rastgo ya 3"ê ragihand û bi sedan mûşekên balîstîk avêtin Tel Evîvê. Sîstema bergiriya asmanî ya Îsraîlê rê li piraniya wan girt. Lê hejmareke wan ket û çend avahî û xanî wêran bûn.