Îranê careke din êrîş kir ser Îsraîlê

Dîmenê ketina mûşekeke Îranê li nav Îsraîlê
Dîmenê ketina mûşekeke Îranê li nav Îsraîlê

Navenda Nûçeyan (K24) - Îranê îro (Duşem, 23ê Hezîrana 2025ê) hejmareke din a mûşekan avêt Tel Evîva paytexta Îsraîlê û çend cihên din ên wî welatî.

Her çend e Îranê bi awayekî fermî ragihandiye ka çend mûşek avêtine jî, lê li gorî Kanala 12ê ya Îsraîlî, zêdetirî 10 mûşekan bûn, ku pênc ji wan li deverên cuda cuda yên wî welatî ketine û heta niha zirarên canî nehatine zanîn.

Berî ku ew mûşek bigihîjin asmanê Îsraîlê, eniya navxweyî ya wî welatî daxwaz ji welatiyan kir ku ji bo dûrketina ji ziraran biçin di heşargehan ve.

Li serê sibeha îro jî, hejmareke mûşekên balîstîk ber bi Îsraîlê ve hatin avêtin. Li gorî medyaya Îranê, ew mûşek ji Yemenê hatine avêtin, ne ji Îranê.

Ev jî di demekê de ye ku êrîşên asmanî yên Îsraîlê li ser bingehên leşkerî yên Îranê rojane berdewam in. Di nûtirîn pêşhat de, artêşa Pasdaran ragihand ku, di êrîşa asmanî ya Îsraîlê ya şevêdî (Yekşem, 22ê Hezîrana 2025ê) de neh endamên wan hatine kuştin û çend endamên din jî birîndar bûne.

Îsraîlê li serê sibeha roja Înê (13ê Hezîrana 2025ê) bi zêdetirî 200 balafirên şerî bi dehan cihên leşkerî û bingehên atomî li Tehranê û çend deverên din ên Îranê bombebaran kirin. Herwesa hejmareke berpirsên leşkerî yên payebilind û zanayên atomî kuştin.

Îranê jî derengê şeva Înê ji aliyê xwe ve wekî bersivek ji bo êrîşên Îsraîlê Operasyona "Soza Rastgo ya 3"ê ragihand û bi sedan mûşekên balîstîk avêtin Tel Evîvê. Sîstema bergiriya asmanî ya Îsraîlê rê li piraniya wan girt. Lê hejmareke wan ket û çend avahî û xanî wêran bûn.