Îranê bo cara duyê di îro de bi mûşekan êrîş kir ser Îsraîlê
Navenda Nûçeyan (K24) - Artêşa Îsraîlê ragihand, “Îranê berî nîvroya îro (Duşem, 23ê Hezîrana 2025ê) pêleke din a mûşekan avêt Îsraîlê.”
Li gorî ragihandina artêşa Îsraîlê, sîstema bergiriyê ya Îsraîlê li ser pûçkirina mûşekên balîstîk ên Îranê dixebite û ji welatiyan jî dixwaze ku biçin di heşargehan ve.
Ji sibeha îro (Duşem, 23ê Hezîrana 2025ê) ve, ev êrîşa duyê ya mûşekên balîstîk a Îranê li ser Îsraîlê ye. Di êrîşa yekê de, Îranê zêdetirî 10 mûşekan avêtibûn, ku pênc ji wan li çend cihên cuda cuda yên Tel Evîvê ketin û heta niha zirarên canî nehatine zanîn.
Li serê sibeha îro jî, hejmareke mûşekên balîstîk ber bi Îsraîlê ve hatin avêtin. Li gorî medyaya Îranê, ew mûşek ji Yemenê hatine avêtin, ne ji Îranê.
Ev jî di demekê de ye ku êrîşên asmanî yên Îsraîlê li ser bingehên leşkerî yên Îranê rojane berdewam in. Di nûtirîn pêşhat de, artêşa Pasdaran ragihand ku, di êrîşa asmanî ya Îsraîlê ya şevêdî (Yekşem, 22ê Hezîrana 2025ê) de neh endamên wan hatine kuştin û çend endamên din jî birîndar bûne.
Îsraîlê li serê sibeha roja Înê (13ê Hezîrana 2025ê) bi zêdetirî 200 balafirên şerî bi dehan cihên leşkerî û bingehên atomî li Tehranê û çend deverên din ên Îranê bombebaran kirin. Herwesa hejmareke berpirsên leşkerî yên payebilind û zanayên atomî kuştin.
Îranê jî derengê şeva Înê ji aliyê xwe ve wekî bersivek ji bo êrîşên Îsraîlê Operasyona "Soza Rastgo ya 3"ê ragihand û bi sedan mûşekên balîstîk avêtin Tel Evîvê. Sîstema bergiriya asmanî ya Îsraîlê rê li piraniya wan girt. Lê hejmareke wan ket û çend avahî û xanî wêran bûn.