Reuters: Eger heye Îran di 48 saetên bê de bersiva Amerîkayê bide

Navenda Nûçeyan (K24) – Li gorî çavkaniyên payebilind ên Amerîkî, Washington di wê baweriyê de ye ku Îran di nav 48 saetên bê de, dê êrîşeke bersivdayînê pêk bîne. Ajansa Reutersê radigihîne, Amerîka li gel vê pêşbîniyê, hewl dide bi rêyên dîplomatîk pêşî li êrîşan bigire.

Heman çavkaniyan ji Ajansa Reutersê re diyar kirine, egereke mezin heye ku Îran di demek nêzîk de êrîşî baregehên leşkerî yên Amerîkayê yên li Rojhilata Navîn bike. Ji ber vê yekê, Washington hewlên xwe yên dîplomatîk zêde kirine, da ku rê li ber vê êrîşa muhtemel bigire.

Îran: Êrîşkirin mafê me yê rewa ye

Ev metirsiya Amerîkayê piştî daxuyaniyên tund ên ji Tehranê tê. Şêwirmendê Rêberê Bilind ê Îranê Elî Ekber Welayetî roja 22ê Hezîranê, gef li Amerîkayê xwaribû û gotibû: "Êdî li Rojhilata Navîn û cîhana Îslamê ti cihekî ewle ji bo Amerîka û baregehên wê yên leşkerî namîne."

Welayetî herwiha tekez kiribû, "Her baregeheke Amerîkayê ku ji bo êrîşa li ser welatê me hatibe bikaranîn, em êrîşkirina li ser wê weke mafê xwe yê rewa dibînin."

Sedema aloziya dawî 

Ev gefên Îranê bersiveke rasterast e ji bo êrîşa ku Amerîkayê roja duh li dijî sê santralên atomî yên Îranê (Ford, Natanz û Îsfehan) pêk anîbû. Piştî êrîşê, Serokê Amerîkayê Donald Trump li ser tora civakî ya 'X' peyamek belav kiribû û gotibû: "Me êrîşa xwe ya gelekî serkeftî ya li ser sê santralên atomî yên Îranê bi dawî anî. Hemû firoke bi selametiya xwe li ser rêya vegerê ne. Pîrozbahiyê li serbazên me yên mezin ên Amerîkî dikim. Niha dema aştiyê ye!"