Artêşa Îsraîlê: Me 6 navendên stratejîk li Îranê wêran kirin

Navenda Nûçeyan (K24) – Wezareta Berevaniyê ya Îsraîlê, hûrgiliyên operasyonên xwe yên asmanî yên li dijî Îranê aşkere kirin. Wezaretê ragihand, bi mebesta "lawazkirina şiyana leşkerî ya Îranê" û "misogerkirina ewlehiya Îsraîlê", 6 navendên girîng ên rejîmê hatine wêrankirin, gelek firoke hatine jinavbirin û binesaziya leşkerî derbeke giran xwariye.
Li gor daxuyaniya ku îro 23ê Hezîranê li ser tora civakî ya 'X' hatiye belavkirin, di operasyonên îro de zêdetirî 50 firokeyên şer beşdar bûne. Êrîş bi taybetî li ser baregehên leşkerî, navendên hilberîna mûşekan û sîstemên radarê hatine girankirin. Hate destnîşankirin ku li Tehranê, binesaziyeke girîng û depoyeke mûşekan bi temamî hatiye rûxandin.
Wezaretê herwiha ragihand, di êrîşên ser firokexaneyên li rojhilat, rojava û navenda Îranê de, hejmarek firokeyên şer ên ji curê F-14 û F-5 ligel çend helîkopteran hatine têkşikandin û rêyên firînê yên wan firokexaneyan hatine wêrankirin.
Lîsteya armancên stratejîk
Wezareta Berevaniyê ya Îsraîlê lîsteya şeş navendên sereke yên ku di êrîşên îro de hatine armanckirin, wiha belav kir:
1- Navenda Fermandariya Supaya Pasdaran û Hêzên Navxweyî li Tehranê.
2- Baregeha Asmanî ya Navendî ya Hêzên Çekdar a ser bi Fermandariya Supaya Pasdaran.
3- Baregeha Pasdaran a li Elborzê, ku çavdêriya çalakiyên ewlekarî û leşkerî yên li herêma Tehranê dikir.
4- Navenda Fermandariya Operasyonan a Sarullah, ku berpirsê parastina Tehranê ji gefên derve bû.
5- Baregeha Seyîd El-Şuheda, ku berpirsê parastin û berevaniya rejîmê li hember nerazîbûnên navxweyî ye.
6- Rêveberiya Îstixbarata Navxweyî, ku berpirsê çavdêrîkirin û komkirina zanyariyan li ser rêxistinên navxweyî yên Îranê bû.