Îranê bi mûşekan êrîşî baregeheke Amerîkayê li Qeterê kir

Navenda Nûçeyan (K24) – Ajansa “Axios” a Amerîkî ji zarê çavkaniyeke payebilind a Amerîkî ve ragihand, Supaya Pasdaran a Îranê şeş mûşek arasteyî baregeheke Amerîkî ya li Qeterê kirine.

Di heman demê de, Ajansa France-Presse (AFP) ya Frensî jî ragihand, li paytexta Qeterê, Dohayê, dengê çend teqînan hatiye bihîstin.

Ji aliyekî din ve, ajansa “Reuters” ji zarê çavkaniyeke leşkerî ya Amerîkî ve belav kir, sîstema berevaniya asmanî ya li baregeha leşkerî ya Eyn Esed a li Iraqê hatiye aktîfkirin, da ku bersiva her egera her êrîşeke mûşekî bide.

Îran: Operasyon bi diruşma "Ya Eba Ebdullah" dest pê kir

Ji aliyê xwe ve, ajansên fermî yên Îranê Mehr û Tesnîm belav kirin ku operasyona mûşekî ya li dijî baregehên Amerîkayê yên li Qeter û Iraqê bi navê "Beşaret El-Feth" û bi diruşma "Ya Eba Ebdullah" hatiye destpêkirin. Supaya Pasdaran jî bi awayekî fermî destpêkirina operasyonê piştrast kiriye.

Amerîka di rewşa amadebaşiyê de ye

Weke tedbîreke berevaniyê, Ajansa Reutersê ji zarê çavkaniyeke leşkerî ya Amerîkî ve ragihand ku sîstema parastina hewayî ya li baregeha leşkerî ya Eyn el-Esed a li Iraqê hatiye aktîfkirin.

Herwiha, çavkaniyeke payebilind ji Koşka Spî ji Reutersê re piştrast kir ku Wezaretên Derve û Parastinê yên Amerîkayê ji êrîşan agahdar in û operasyonên Îranê yên li dijî baregeha el-Udeyd a li Qeterê ji nêz ve dişopînin.