Agirbesta di navbera Îran û Îsraîlê de dest pê kir

Navenda Nûçeyan (K24) - Agirbesta di navbera Îran û Îsraîlê de dest pê kir.

Desteya pexşê Îsraîlê li serê sibeha îro (Sêşem, 24.06.2025) ragihand, "Agirbest di navbera Îsraîl û Îranê de dest pê kir."

Kanala 13ê ya Îsraîlê ragihand, "Piştî 12 rojên şerî, peymana agirbestê ya Tehranê niha tê bicihanîn. Herwesa Netanyahu wezîrên xwe li ser ragihandina agirbestê bi Îranê re haydar kirine."

Artêşa Îsraîlê jî ragihand, "Îranê li serê sibeha îro jî pênc pêlên din ên mûşekan avêtin Îsraîlê."

Artêşa Îsraîlê di beyannameyekê de got, "Berî demeke kêm li çend deverên seranserî Îsraîlê, dengê zenga haydarkirinê ji ber êrîşa asmanî bilind bû."

Artêşa navbirî amaje jî da, “Artêşa Îranê li serê sibeha îro 15 mûşek avêtine Îsraîlê û sîstema bergiriya asmanî ya Îsraîlê jî hatiye çalakkirin.”

Serokê Amerîkayê Donald Trump derengê şeva borî (Duşem, 23.06.2025) li ser tora civakî ya Truthê ragihand, "Îsraîl û Îranê di yek demê de daxwaza aştiyê kiriye. Niha dema aştiyê ye û cîhan û Rojhilata Navîn serketîyên rastîn ên agirbesta di navbera Îran û Îsraîlê de ne."

Îsraîlê li serê sibeha roja Înê (13ê Hezîrana 2025ê) bi zêdetirî 200 balafirên şerî bi dehan cihên leşkerî û bingehên atomî li Tehranê û çend deverên din ên Îranê bombebaran kirin. Herwesa hejmareke berpirsên leşkerî yên payebilind û zanayên atomî kuştin.

Îranê jî derengê şeva Înê ji aliyê xwe ve wekî bersivek ji bo êrîşên Îsraîlê Operasyona "Soza Rastgo ya 3"ê ragihand û bi sedan mûşekên balîstîk avêtin Tel Evîvê. Sîstema bergiriya asmanî ya Îsraîlê rê li piraniya wan girt. Lê hejmareke wan ket û çend avahî û xanî wêran bûn.

 
 
Fly Erbil Advertisment