Trump û Netanyahu bi telefonê li ser agirbestê axivîn

Navenda Nûçeyan (K24) – Berpirsekî Koşka Spî ragihand, Serokê Amerîkayê Donald Trump û Serokwezîrê Îsraîlê Benjamin Netanyahu, peywendiyeke telefonî ya "tund û aşkere" pêk anîne.

Tora nûçeyan a “CNN” ji zarê berpirsê Koşka Spî belav kir, ber destê sibêha îro 24ê Hezîrana 2025an, herdu serkirdeyan Trump û Netanyahu bi telefonê axivîne. Li gorî heman çavkaniyê, di peywendiyê de behsa agirbesta di navbera Îsraîl û Îranê de hatiye kirin û ev guftûgo gelekî "aşkere û tund" bûye.

Heman çavkaniyê da zanîn, Serokwezîrê Îsraîlê piştî peywendiya telefonî, bi cidiyet û metirsiya mijarê û herwiha nîgeraniyên Serok Trump baş hesiyaye.

Serokê Amerîkayê Donald Trump ber destê sibêha îro, di parvekirineke xwe de li ser tora civakî "Truth Social", lihevkirinek ji bo "agirbesteke berfireh û temam" di navbera Îran û Îsraîlê de ragihandibû û gotibû ku ev lihevkirin dê "dawî li şer bîne".

Herwiha Trump, îro beriya ku ji bo beşdarbûna Lûtkeya NATOyê biçe Laheyê, ji rojnamevanan re axivî û nîgeraniya xwe ya kûr anî ziman. Trump got, ew "gelekî nîgeran e" ku Îsraîl û Îranê agirbest binpê kirine û carek din êrîşî hev kirine.

 

 
Fly Erbil Advertisment