Trump: Min bernameya atomî ya Îranê têk bir û şer rawestand

Navenda Nûçeyan (K24) – Serokê Amerîkayê Donald Trump ragihand, ew guhertina sîstema desthilatdariyê li Îranê naxwaze, ji ber ku naxwaze "karesateke din çêbibe". Herwiha da zanîn, divê Îranî li şûna bernameya etomî, bîr li avakirina bazirganiya welatê xwe bike.

Serokê Amerîkayê Donald Trump îro 24ê Hezîranê di firokeya serokatiyê 'Air Force One' de, dema ku ji bo beşdarbûna Lûtkeya NATOyê berê xwe dabû Ewropayê, bersiva pirseke rojnamevanan da.

Trump derbarê guhertina rejîma Îranê de got: "Ez ne li pey guhertina sîstema desthilatdariya Îranê me û naxwazim wê bibînim jî. Belkî, ez dixwazim her tişt bi aramî bi rê ve biçe." Herwiha eşkere kir, "guhertina sîstemê, karesatan bi xwe re tîne, em jî naxwazin karesatên zêdetir bibînin."

Serokê Amerîkayê tekez kir: "Îranî bazirganên gelekî baş in û herwiha xwedî petrola zêde ne. Ji ber vê yekê, pêwîst e bazirganiya xwe ji nû ve ava bikin û nabe ku ti carî bîr li bernameya etomî bikin."

Di heman demê de, Donald Trump li ser tora civakî "Truth Social" nivîsî: "Îsraîl û Îranê xwestin şer bi yeksanî raweste, ji ber vê yekê min jî bi şanazî hemû dezgehên etomî ji nav birin û min şer rawestand."

Ev daxuyanî piştî wê yekê hat ku Trump ber destê sibêha îro, di parvekirineke xwe de li ser heman torê, lihevkirinek ji bo "agirbesteke giştî û temam" di navbera Îran û Îsraîlê de ragihandibû. Li gorî gotina wî, ew lihevkirin dê "dawî li şer bîne".

 
 
 
Fly Erbil Advertisment