Netanyahu: Me bernameya atomî ya Îranê bi temamî têk bir

Navenda Nûçeyan (K24) – Serokwezîrê Îsraîlê Benjamin Netanyahu ragihand, wan karî bernameya atomî ya Îranê bikin armanc û bi temamî jinav bibin. Herwiha spasiya Amerîkayê kir û got, beşdarbûna Amerîkayê di şerê li dijî Îranê de "demeke dîrokî" bû.

Benjamin Netanyahu îro 24ê Hezîranê di gotarekê de axivî û amaje bi wê yekê kir, êrîşên artêşa Îsraîlê yên li ser Îranê, li gorî 50 salên borî êrîşên herî bihêz bûn.

Serokwezîrê Îsraîlê got: "Me karî bernameya etomî ya Îranê bikin armanc û bi temamî jinav bibin, êdî destê wî welatî nagihîje çeka atomî."

Herwiha Netanyahu spasiya Serok Trump kir û got: "Bi rastî beşdarbûna welatê wî li dijî Îranê demeke dîrokî bû." Tekez kir jî, wan "gefa rasteqîn ji holê rakir û serkeftineke dîrokî bidest xist."

Netanyahu amaje bi wê kir, di wî şerî de destkeftiyên wan ên mezin çêbûne û wan gelek fermandarên payebilind ên leşkerî û zanyarên atomî yên Îranê kuştine. 

Herwiha da zanîn, ew nakevin "xefka xeyala destkeftiyan" û ti niyeta wan a ji bo aramkirina rewşê nîne û ew ê di hewlên xwe yên li dijî "bereya Îranê" de berdewam bin.

Serokwezîrê Îsraîlê hişyarî da Îranê û got: "Eger Îran hewl bide bernameya xwe ya atomî ji nû ve ava bike, em ê bi heman hêzê rûbirûyî wê bibin."

Di dirêjahiya axaftina xwe de, wî amaje bi 7ê Cotmehê jî kir û got, ew "rûbirûyî mezintirîn karesata dîrokî bûn û ti carî rê nadin bûyereke wiha dubare bibe."

Ev daxuyanî piştî wê yekê tên ku ber destê sibêha îro, Serokê Amerîkayê Donald Trump li ser tora civakî "Truth Social" lihevkirinek ji bo "agirbesteke giştî û temam" di navbera Îran û Îsraîlê de ragihandibû. Li gorî gotina Trump, ew lihevkirin dê "dawî li şer bîne".

 
Fly Erbil Advertisment