Trump: Eger Îran çekên atomî bidest bixe, em ê dîsa êrîşî wê bikin

Navenda Nûçeyan (K24) – Serokê Amerîkayê Donald Trump ragihand, agirbesta di navbera Îsraîl û Îranê de baş bi rê ve diçe, lê hişyariyeke tund da Tehranê û got, "Em ê rê nedin hûn uranyumê bipêş bikin." Trump herwiha da zanîn ku di êrîşa dawî de, wan navenda Fordoyê bi temamî wêran kiriye.
Serokê Amerîkayê Donald Trump, îro Çarşemê (25.06.2025), li kêleka Lûtkeya NATOyê, piştî hevdîtina bi Sekreterê Giştî yê NATOyê Mark Rutte re, di konferanseke çapemeniyê de bersiva pirsên rojnamevanan da.
"Me her tişt li Fordoyê wêran kir"
Donald Trump derbarê agirbesta Îran-Îsraîlê de got, "Agirbest gelek baş bi rê ve diçe. Hêzên Îsraîlê duh vegeriyan welatê xwe û ez bi wan gelek serbilind im. Her çend xwestin agirbestê binpê bikin, lê min ji wan re got vegerin û ew jî vegeriyan."
Li ser daxuyaniyên Îranê yên derbarê berdewamkirina programa atomî de, Trump hişyariyeke tund da û got: "Ez nizanim gelo wisa gotine, lê dixwazim bibêjim ku pêşxistina uranyumê, divê bibe tişta dawî ku ew bifikirin. Em rê nadin ev tişt çêbibe. Eger dest bi zengînkirina uranyumê bikin, em ê dîsa êrîşî wan bikin."
Serokê Amerîkayê amaje bi wê kir, di êrîşê de "her tişt wêran kiriye" û got: "Ez piştrast im ku ew ê ji bo demeke dirêj nikaribin bombeya atomî çêbikin. Teqîna mezin li binê erdê çêbû û bi vî awayî navenda Fordoyê bi temamî ji nav çû."
Trump hûrgiliyên teknîkî yên êrîşê jî aşkera kirin û got, êrîş ji bilindahiya 15 kîlometreyan hatiye kirin û 30 moşekên Tomahawk ên binavî ji dûrahiya 643 kîlometreyan hatine avêtin.
Wezîrê Berevaniyê yê Amerîkayê Pete Hegseth, ku di civînê de amade bû, gotinên Trump piştrast kirin û got, "Bi vê yekê her tişt li Fordoyê wêran bûye."
Pesnê Rutte ji bo Trump û budceya NATOyê
Sekreterê Giştî yê NATOyê Mark Rutte, pesnê Serokê Amerîkayê da û got, "Donald Trump mêrê hêz û aştiyê ye. Wî di navbera gelek welatan de agirbest ragihandiye, bi taybetî agirbesta Îsraîl û Îranê. Ez ji bo vê yekê pesnê wî didim, ji ber ku ev ji bo cîhanê gelek girîng bû."
Rutte herwiha rola Trump di zêdekirina budceya NATOyê de jî anî ziman û got: "Ji ber zextên Donald Trump, welatên endamên NATOyê budceya xwe ya berevaniyê ji sedî 2 zêde kirin û bi vê yekê zêdetirî trîlyonek dolar li budceya berevaniyê ya NATOyê zêde bû."
Di dawiyê de Rutte ragihand: "Biryar e îro ev rêje ji bo sedî 5 were bilindkirin, da ku hemû endamên hevpeymaniyê bi awayekî wekhev beşa xwe ya budceyê bidin."