Artêşa Îsraîlê: Me li başûrê Libnanê cihekî Hizbulahê bombebaran kir

Navenda Nûçeyan (K24) - Artêşa Îsraîlê bi balafirên xwe yên şerî cihekî Hizbulahê li Çiyayê Biyûfortê li başûrê Libnanê bombebaran kir, ku Hizbulahê bizav dikir wî cihî nûjen bike û dîsa avedan bike.
Artêşa Îsraîlê îro (În, 27ê Hezîrana 2025ê) di beyannameyekê de ragihand, “Me bi balafirên xwe yên şerî cihekî Hizbulahê li Çiyayê Biyûfortê li başûrê Libnanê bombebaran kir.”
Artêşa Îsraîlê di beyannameya xwe de amaje jî da, "Ew cih di dema borî de ji ber êrîşên me yên asmanî wêran bûye û Hizbulahê bizav kiriye ku wî cihî nûjen bike û dîsa avedan bike."
Artêşa Îsraîlê herwesa got ku, wan pêştir bizavên Hizbulahê ji bo nûjenkirina wî cihî destnîşan kiribûn, herwesa ew cih wekî jêrxaneya terorîstî li deverê binav kiribû û bombebaran kiribû.
Artêşa Îsraîlê avedankirina wî cihî wekî binpêkirineke eşkere ya hevfêmkirinên navbera Îsraîl û Libnanê nirxand, lewma jî soz da ku dê hemî bizavekên xwe ji bo nehêlana her gefeke ewlehiyê li ser Îsraîlê bidomîne.