Hatîmogullarî: Dewlet di “pêvajoya” de hêdî tevdigere, divê gavên bilez werin avêtin

Navenda Nûçeyan (K24) – Hevseroka DEM Partiyê destnîşan kir, çareseriya pirsa Kurd ji bo hemû pirsgirêkan kilît e û bang kir ku biryarên Dadgeha Mafên Mirovan werin cîbicîkirin û girtiyên siyasî demildest werin berdan.

Hevseroka Giştî ya DEM Partiyê Tulay Hatîmogullarî îro 28ê Hezîranê li Enqerê bi karmendên ku bi Biryarnameya di Hukmê Qanûnê de (KHK) ji kar hatine dûrxistin re civiya û derbarê rojeva siyasî û pêvajoya çareseriyê de daxuyaniyên girîng dan.

Hatîmogullarî di civînê de bal kişand ser girîngiya çareserkirina pirsa Kurd û got, "Li Tirkiyeyê pirsa sereke pirsa Kurd e û hemû pirsgirêkên ku derdikevin, aliyekî wan girêdayî vê pirsê ne." Da zanîn jî, ji bo çareseriyê derfeteke girîng li pêşiya civakê heye, lê rexne li desthilat û dewletê girt ku di avêtina gavên pêwîst de sist û hêdî tevdigerin.

"Pêwîstî bi gavên bilez heye"

Hatîmogullarî derbarê pirsên gel ên li ser pêvajoyê de got: "Hin kes dipirsin 'Gelo pêvajo xetimiye?', hin kes dibêjin 'Hêdî dimeşe' û hin kes jî dipirsin 'Gelo bi rastî dê bi aştî û demokratîkbûnê tacîdar bibe?'. Ev pêvajo niha bi rengekî dimeşe, lê divê hin gavên lezgîn werin avêtin."

Hevseroka DEM Partiyê gavên ku divê demildest werin avêtin wiha rêz kir: "Pêwîstî bi gavên yasayî û dadwerî heye. Guhertina yasaya têkoşîna li dijî terorê û yasaya înfaza zindanan pêwîstiyeke bilez e. Divê biryarên Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME) û Dadgeha Destûra Bingehîn werin cîbicîkirin û Selahedîn Demîrtaş, Fîgen Yuksekdag, Can Atalay û Osman Kavala demildest werin azadkirin."

Hatîmogullarî tekez kir ku yek ji pêwîstiyên herî lezgîn ên Tirkiyeyê, avakirina sîstemeke dadwerî ya dadwerane ye.

 
 
Fly Erbil Advertisment