Li Silêmaniyê ji ber xwelîbarînê 15 welatî serdana nexweşxaneyan kirin
Navenda Nûçeyan (K24) – Rêveberiya Giştî ya Tenduristiyê ya Silêmaniyê ragihand, ji ber bandora pêla xwelîbarînê ya li herêmê, 15 welatî serdana nexweşxaneyan kirine.
Di daxuyaniyekê de ku îro Sêşemê 1ê Tîrmehê hat belavkirin, Rêveberiya Tenduristiyê diyar kir, ji êvara roja Duşemê heta saet 12:00ê nîvroya îro, 15 welatî ji ber bandora xwelîbarînê serdana nexweşxaneyên bajêr kirine.
Di daxuyaniyê de herwiha hat gotin, piştî wergirtina çareseriya pêwîst û tedbîrên tenduristiyê, rewşa hemû welatiyan baş bûye û ew vegeriyane malên xwe.
Rêveberiya Giştî ya Keşnasî û Erdhejzaniyê ya Herêma Kurdistanê berê hişyarî dabû û pêşbînî kiribû ku dê pêleke xwelîbarînê li herêmê bide. Li gorî pêşbîniyan, bandora xwelîbarînê dê îro piştî nîvro lawaz bibe.