Ji ber nexweşiya Tebekê, Bazara Ajalan a Diyarkirê hat girtin

Diyarbekir (K24) – Wezareta Çandinî û Ajaldariyê ya Tirkiyeyê, ji ber belavbûna nexweşiya tebekê li herêmê, Bazara Ajalan a Diyarbekirê bi awayekî demkî girt. 

Serokê Meclîsa Borseya Bazirganiyê ya Amedê Ahmet Ay ji K24ê re ragihand, ev pêngav weke tedbîreke ewlehiyê hatiye avêtin û nexweşî neberfireh e.

Ahmet Ay got: “Nexweşî tenê li gundekî hatiye tespîtkirin û zêde belav nebûye. Ev biryara girtinê weke tedbîreke ji bo ewlehiyê hatiye wergirtin. Em bawer dikin ku dê bazar di demeke nêzîk de ji nû ve ji bo xelkê were vekirin.”

 
Fly Erbil Advertisment