Axios: Îsraîl amade ye bi Hamasê re danûstandinan bike

Navenda Nûçeyan (K24) - Malpera Axiosê ya Amerîkayî li gorî berpirsekî Îsraîlî ragihand ku, Wezîrê Karûbarên Stratejîk ê Îsraîlê Ron Dermer pêşniyara Qeterê ya ji bo agirbestê li Xezzeyê qebûl kiriye.
Malpera Axiosê amaje jî daye ku, Îsraîl ji bo danûstandinên nerasterast bi Tevgera Hemasê re amade ye, ji bo temamkirina danûstandinên li ser lihevguhertina rehîne û girtiyan.
Her wê malperê li gorî berpirsên Îsraîlê gotiye, "Ger danûstandinên agirbestê û lihevguhertina êxisîran pêş nekevin, artêşa Îsraîlê dê operasyonên xwe yên li Xezzeyê zêde bike."
Serokê Amerîkayê Donald Trump daxwaz ji Hamasê kir ku li ser "pêşniyara dawiyê" ji bo agirbesta 60 rojî bi Îsraîlê re li Xezzeyê razî bibe.
Hîn jî 56 rehîneyên din li Xezzeyê mane, ku tê pêşbînînkirin nîva wan sax bin. Ji bo ku di hefteya yekem de 28 rehîneyên Îsraîlî bên berdan, divê Hamas 10 rehîneyan berde û 18 termên leşkerên Îsraîlî yên kuştî radest bike. Li beranberî wê yekê jî, divê Îsraîl hezar û 236 girtiyên Filistînî berde û 180 termên girtiyan jî radest bike.