Artêşa Îsraîlê girtina komeke girêdayî Îranê li Sûriyeyê radigihîne
Navenda Nûçeyan (K24) - Artêşa Îsraîlê radigihîne ku, wan di operasyonekê de li Sûriyeyê komeke girêdayî Îranê girtiye ku çek pê re bû.
Artêşa Îsraîlê îro (Çarşem, 2ê Tîrmeha 2025ê) ragihand ku, hêzeke wan a taybet di derengiya şevê de li başûrê Sûriyeyê komeke çekdar girtiye, ku ji bo berjewendiya Îranê dixebitî.
Berdevkê Artêşa Israîlê Avichay Adraee li ser tora civakî ya Xê nivîsiye, “Operasyona artêşa Îsraîlê li deverên Um Elluqs û Eyn Beselê li başûrê Sûriyeyê ji aliyê Lîwaya 474ê ya Firqeya 210ê ve, li gel lêkolînerên meydanî yên Yekîneya 504ê ya şarezaya hewalgiriya meydanî ve hatiye kirin.”
Avichay Adraee amaje jî da, “Ew operasyon li ser bingeha wan haydariyan hat kirin ên ku berî çend hefteyan hatine komkirin." Herwesa got ku, wan di vê operasyonê de komeke girêdayî Îranê girtiye.”
Navbirî amaje jî da, “Artêşa Îsraîlê di wê operasyonê de destê xwe danaye ser gelek çek, bombe û alavên leşkerî ku di destê Îraniyan de bûn.” Tekez jî kir, “Artêşa Îsraîlê dê li ser bizavên xwe yên ji bo rêgirtina li komên Sûriyeyî berdewam be, ku gefan li welatiyên Îsraîlê dikin û xasma jî şêniyên Colanê.”
Îsraîlê li serê sibeha roja Înê (13ê Hezîrana 2025ê) bi zêdetirî 200 balafirên şerî bi dehan cihên leşkerî û bingehên atomî li Tehranê û çend deverên din ên Îranê bombebaran kirin. Herwesa hejmareke berpirsên leşkerî yên payebilind û zanayên atomî kuştin.
Îranê jî derengê şeva Înê ji aliyê xwe ve wekî bersivek ji bo êrîşên Îsraîlê Operasyona "Soza Rastgo ya 3"ê ragihand û bi sedan mûşekên balîstîk avêtin Tel Evîvê. Sîstema bergiriya asmanî ya Îsraîlê rê li piraniya wan girt. Lê hejmareke wan ket û çend avahî û xanî wêran bûn.