Erdogan: Bi çekdanîna PKKê re dê serdemeke nû ya demokrasiyê dest pê bike

Navenda Nûçeyan (K24) – Serokkomarê Tirkiyeyê Recep Tayyîp Erdogan ragihand, ew ê di rojên pêş de ji bo gotûbêjkirina qonaxên nû yên pêvajoya aştiyê, ligel şandeke DEM Partiyê û bi amadebûna Serokê MÎT'ê bicive.

Serokkomarê Tirkiyeyê Recep Tayyîp Erdogan, îro 5ê Tîrmehê ragihand, bi çekdanîna PKKê re, dê li Tirkiyeyê "qonaxeke nû ya demokrasiyê" dest pê bike û ev pêngav dê pêvajoya aştiyê leztir bike.

Erdogan da zanîn, ew ê di rojên pêş de ligel şandeke DEM Partiyê bicive da ku qonaxên dahatû yên pêvajoyê gotûbêj bikin. Erdogan herwiha eşkere kir ku di civînê de, Serokê Saziya Îstixbarata Tirkiyeyê (MÎT) jî dê amade be.

Ev daxuyanî piştî daxuyaniya Berdevka DEM Partiyê Ayşegul Dogan hat. Dogan roja 3ê Tîrmehê, di kongreyeke rojnamevanî de ragihandibû, rojên pêş ji bo pêvajoya çekdanînê "gelek girîng û dîrokî" ne. 

Herwiha gotibû: "Li gorî agahiyên ku gihîştine me, amadekarî ji bo destpêkirina pêvajoyê tên kirin. Em dikevin qonaxeke nû û di nava hefteya bê de dê pêngavên girîng bên avêtin. Dê herkes bibe şahidê vê kêliya dîrokî."

Pêvajoya heyî weke berdewamiya pêngava ku di 27ê Sibata 2025an de hatibû destpêkirin, tê dîtin. Di wê demê de, şanda Îmraliyê piştî hevdîtina bi Rêberê PKKê yê girtî Abdullah Ocalan re, peyama wî bi zimanên Kurdî û Tirkî xwendibû. Di peyamê de, banga destpêkirina qonaxeke nû ya pêvajoya aştiyê li Tirkiyeyê hatibû kirin, ku ev yek weke pêngava dawî ya ji bo dawîanîna li çalakiyên çekdarî yên Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) hatibû şîrovekirin.

 
 
Fly Erbil Advertisment