Kolanên Hewlêrê bi 142 peykerên darî yên hunerî tên xemilandin
Navenda Nûçeyan (K24) – Rêveberiya Endezyariya Parkên Hewlêrê ragihand, beşek ji kolanên sereke yên paytext Hewlêrê, bi 142 peykerên ku ji daran hatine çêkirin, hatine xemilandin.
Rêveberê Endezyariya Parkên Hewlêrê Rêbîn Ehmed Îro 6ê Tîrmehê ji K24ê ragihand: "Li ser peyare û kolanên sereke yên navenda parêzgeha Hewlêrê, 142 peykerên darî yên kesk hene. Ev peyker ji aliyê tîmeke taybet a hunerî ve hatine nexşandin û heman tîm bi berdewamî karê sererastkirina wan dike."
Peyker li gorî cihên xwe tên çêkirin
Rêbîn Ehmed diyar kir, ev dar bi şêwazeke hunerî ya taybet hatine dîzaynkirin û li gorî taybetmendiya her kolan û cihî, şêweyekî cuda li wan hatiye danîn.
Rêbîn Ehmed ev mînak jî dan:
- Li nêzîkî firokexaneyê, dar di şêweyê firokeyê de hatiye çêkirin.
- Li kolana pîşesaziyê, di şêweyê otomobîlê de ye.
- Li kolanekê ku qehwexane jê nêzîk in, çaydan û fîncan hatine çêkirin.
- Di nav parkan de ji bo zarokan, peyker di şêweyê ajelan de ne.
- Li cem nexweşxaneya jidayikbûnê, peyker di şêweyê landikê de hatiye nexşandin.
Rêveberê Endezyariya Parkên Hewlêrê herwiha got: "Rojane tîma hunerî ya şaredariya Hewlêrê, di bin çavdêriya endezyar û tîmeke taybet de, karê sererastkirin û ciwankirina van şêweyên cuda bi rê ve dibe."