Genimê cotkaran li Herêma Kurdistanê tê kirîn

Navenda Nûçeyan (K24) - Desteya Veberhênanê ya Herêma Kurdistanê radigihîne ku, genimê cotkarên Herêma Kurdistanê tê wergirtin û bihayê wî li gorî celebê wî tê destnîşankirin.

Desteya Veberhênanê ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê îro (Yekşem, 6ê Tîrmeha 2025ê) parve kir, “Bi fermana Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî û raspartina Serokê Desteya Veberhênanê û Serokê Lijneya Berbazarkirin û Firotina Genimê Mayî yê Cotkarên Herêma Kurdistanê Mihemed Şukrî, piştî hevdîtina bi xwediyên şîrketên Xoşnaw û Qeywanê re, biryar hat dan ku bi vî rengê li xwarê genim ji cotkaran bê wergirtin:

1. Genimê nimre yek bi 550 hezar dînaran.

2. Genimê nimre du bi 525 hezar dînaran.

3. Pêvajoya wergirtinê dê li roja 15ê Tîrmeha 2025ê dest pê bike û dê mehekê bidome, herwesa mafên darayî yên cotkaran dê di du mehan de ji hêla her du şîrketên Xoşnaw û Qeywanê ve bên dan.

 
Fly Erbil Advertisment