Rojnameya Hurriyet: Roja Înê merasîma çekdanîna grûpeke PKKê tê lidarxistin
Navenda Nûçeyan (K24) – Rojnameya “Hurriyet” a nêzîkî desthilatdariya Tirkiyeyê, hûrgiliyên nû yên derbarê pêvajoya aştiyê û çekdanîna PKK'ê de eşkere kir. Li gorî rojnameyê, Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan dê beriya merasîmê bangeşeyekê bike û eger heye ku peyama wî bi awayekî vîdeoyî be.
Rojnameya “Hurriyet” îro 7ê Tîrmehê ragihand, şandeyeke DEM Partiyê dê roja Pêncşemê (10'ê Tîrmehê) biçe Herêma Kurdistanê û roja Înê jî beşdarî merasîma çekdanîna komeke PKK'ê bibe.
Li gorî rojnameyê, merasîma çekdanînê dê bi amadebûna medyakaran, nûnerên partiyên siyasî, rêxistinên civaka sivîl û hin berpirsên payebilind ên PKK'ê li Herêma Kurdistanê birêve biçe.
Hurriyetê herwiha bal kişand ser mekanîzmaya ku ji aliyê dewleta Tirk ve hatiye avakirin û da zanîn ku Tirkiyeyê bi Bexda û Hewlêrê re mekanîzmayeke hevpar damezrandiye. Ji bo gotûbêjkirina hûrgiliyên vê mekanîzmayê, biryar e ku sibe (Sêşemê) Serokê MÎT'ê Îbrahîm Kalin serdana Bexdayê bike.
Ev geşedan piştî civîna îro ya di navbera Şanda Îmraliyê ya DEM Partiyê û Serokkomarê Tirkiyeyê Recep Tayyip Erdogan de tên. Piştî civînê, DEM Partiyê daxuyaniyek dabû û ragihandibû, wan nêrîn û pêşniyarên xwe yên derbarê "qonaxa nû ya pêvajoyê û gavên bêne avêtin" de gotûbêj kirine û tekezî li ser "îradeya hevpar a ji bo pêşxistina pêvajoyê" hatiye kirin.