Eşwaq Caf: Bexda ji bo nehêlana qewareya Herêma Kurdistanê dixebite

Eşwaq Caf
Eşwaq Caf

Navenda Nûçeyan (K24) - Endameke Komîteya Navendî ya Partiya Demokrat a Kurdistanê (PKK) dibêje, “Tiştê ku Bexdayê nekarî bi hêzê bike, niha bi awayekî neqanûnî û nedestûrî dike.”

Endama Komîteya Navendî ya Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) Eşwaq Caf duhî (Sêşem, 08ê Tîrmeha 2025ê) tevlî bernameya “Basî Roj”ê ya Kurdistan24ê bû û tê de got, “Tiştê ku Bexdayê nekarî bi hêzê bike, niha bi awayekî neqanûnî û nedestûrî dike.”

Eşwaq Caf herwesa got, "Sedem siyasî ne, ne teknîkî." Herwesa wê ev siyaseta niha ya Bexdayê li beranberî Herêma Kurdistanê li ser birîna mûçeyên fermanberên Herêma Kurdistanê wekî awayekî din ê Enfalkirina Kurdan wesifand.

Wê Endama Komîteya PDKê amaje jî da, “Bexda demê winda dike, di eynî demê de Hikûmeta Herêma Kurdistanê ti hincetek ji bo Bexdayê nehiştiye.” Wê daxwaz jî kir ku tevaya partiyên Kurdî li beranberî zevtkirina mafên darayî yên fermanberên Herêma Kurdistanê yekdeng bin.

 
 
Fly Erbil Advertisment