Perdevka DEM Partiyê: Em ê 11’ê Tîrmehê li Silêmaniyê bin

Navenda Nûçeyan (K24) – Berdevka DEM Partiyê Ayşegul Dogan ragihand, şandeyeke partiya wan a di asta hevserokên giştî de, dê di 11'ê Tîrmehê de ji bo şopandina merasîma PKK'ê li Silêmaniyê amade be. Dogan herwiha pêvajoya nû ya çareseriyê wek "derfeteke dîrokî" bi nav kir û bal kişand ser rola Abdullah Ocalan.
Di civîneke çapemeniyê de, Berdevka Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) Ayşegul Dogan geşedanên dawî nirxandin.
Dogan anî ziman, ew di qonaxeke dîrokî re derbas dibin û got: "Bi salan me got ku navnîşana çareserî û aştiyeke birûmet û mayinde birêz Ocalan e. Me îro ev yek dîsa dît."
Dogan da zanîn, Ocalan dixwaze çek bi temamî ji dewrê derkevin û wiha pê de çû: "Di sala 1993’an de nîvco mabû, divê vêcarê nîvco nemîne."
Berdevka DEM Partiyê tekez kir, ji bo serkeftina pêvajoyê divê qada siyasetê were berfirehkirin û temînata sereke jî "hiqûq" e. Di dawiyê de Dogan bang li hemû partiyên siyasî kir ku ji bo çareseriya demokratîk a pirsgirêka Kurd berpirsyariyê bigirin ser milên xwe.