Ebdurehman Kurt: Hêza rasteqîn a Kurdan dengê wan e, ne çek e

Navenda Nûçeyan (K24) – Parlamenter berê yê AK Partiyê Ebdurehman Kurt da xuyakirin, hêza rasteqîne ya Kurdan, hejmara wan, dengên wan û rola wan ya civaka sivîl e. Di demeke wiha de çekdanîna PKKê, rakirina astengiyeke mezin e. Demokrasî di warê mafan de bêsînor e û Kurd dikarin bi rêya diyalog û têkoşîna aştiyane vana bidest bixin. 

Şêwirmendê Serokkomarê Tirkiyeyê û Parlamenterê berê yê AK Partiyê Ebdurehman Kurt, îro 9ê Tîrmehê di hevpeyvîneke taybet de ji bo Kurdistan24ê pêvajoya nû ya aştiyê nirxand. 

Ebdurehman Kurt di axaftina xwe de bal kişand ser guherîna awayê têkoşînê û diyar kir ku şerê çekdarî êdî wateya xwe ji dest daye û Abdullah Ocalan jî heman nêrînê parve dike. Kurt amaje bi dîroka Komara Tirkiyeyê kir û got, ji salên 1925an heta serdema AK Partiyê, dewletê hebûna Kurdan înkar dikir û bi polîtîkayên yekperest tevdigeriya, lê di serdema AK Partiyê de gavên girîng hatin avêtin û ew qonaxa înkarê derbas bûye.

Li gorî Ebdurehman Kurt, hêza rasteqîn a Kurdan di warê siyasî de ye û got: "Hêza dengê Kurdan ji hêza çekan gelek mezintir e. Partiyeke ku piştgiriya Kurdan nestîne, nikare li Tirkiyeyê bibe desthilatdar. Divê ev hêz baş were bikaranîn. Kurd li Tirkiyeyê dixwazin wek welatiyên wekhev û xwedî maf bijîn, naxwazin ji Tirkiyeyê cuda bibin."

Derbarê danîna çekan a PKKê de, Kurt ew wek "rakirina astenga herî mezin" pênase kir û wiha pê de çû: "Ji ber ku çek û tundî dibe sedem ku behsa mafên Kurdan neyê kirin û mijar tenê wek 'teror' tê dîtin. Rakirina vê astengê, dê rê li ber siyaseta demokratîk veke."

Şêwirmendê Erdogan bang kir ku divê hemû alî ji bo serxistina pêvajoyê berpirsyariyê bigirin û bi rêyên aştiyane û demokratîk di çarçoveya yasayan de têkoşîna xwe bidomînin. Kurt got: "Demokrasî bê sînor e û Kurd dikarin hemû mafên xwe yên çandî û siyasî di vê çarçoveyê de bi dest bixin."