HSD'ê li Kampa Holê 2 serçeteyên DAIŞ'ê girtin

Navenda Nûçeyan (K24) – Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) ragihand, di operasyoneke taybet a li Kampa Holê de, ku bi piştgiriya Hevpeymaniya Navdewletî pêk hat, du serçeteyên payebilind ên DAIŞ'ê hatin girtin.

Li gorî daxuyaniya Navenda Ragihandinê ya HSD'ê, Tîmên Operasyonên Leşkerî (TOL) yên girêdayî HSD’ê bi desteka hêzên Hevpeymaniya Navdewletî operasyonek ewlehiyê li kampa Holê li dijî şaneyeke çeteyên DAIŞ’ê lidar xist.

Dıyar kir jî, du teroristên bi navê Mihemed Safî El- Ewel (Ebî El Bera) ku wek “mîrê leşkerî” yê çeteyên DAIŞ’ê li kampê tê naskirin û Ebdulrezaq Mehmûd Selame (Ebî Ebdurehman) ku wek “berpirsê olî” li kampê tê naskirin, girtin.

Hate diyarkirin, Ebû El-Bera di organîzekirina êrîşên terorîst û derbasbirkirina çekan de roleke sereke lîstiye, Ebû Ebdurehman jî zarok tevlî rêxistinê dikirin û perwerdeya îdeolojîk dida wan.

Di operasyonê de 3 amêrên bêtêlê jî hatin desteserkirin ku ji bo pêwendiya bi serçeteyên din ên li herêmên di bin dagirkeriya Tirkiyeyê de dihatin bikaranîn.

HSD'ê di dawiyê de tekez kir, operasyonên wan ên li dijî şaneyên DAIŞ'ê dê bidomin da ku ewlehiya herêmê biparêzin.

 
 
Fly Erbil Advertisment