Dilşad Şehab: Serok Barzanî bo bidawîanîna şerê PKK û Tirkiyeyê gelek bizav kir

Dilşad Şehab
Dilşad Şehab

Navenda Nûçeyan (K24) - Berdevkê Serokatiya Herêma Kurdistanê dibêje, “Hemî hêsankarî ji bo birêveçûna merasîma çekdanînê ya hejmareke çekdarên PKKê hatine kirin.” Herwesa dibêje, “Herêma Kurdistanê dê mêvandariya vê pêvajoya girîng bike.”

Berdevkê Serokatiya Herêma Kurdistanê Dilşad Şehab îro (Pêncşem, 10ê Tîrmeha 2025ê) di konferanseke rojnamevanî de ragihand, “Herêma Kurdistanê dê sibê mêvandariya birêveçûna pêvajoyeke pir girîng û biryarder bike. Em hêvîdar in ku ew dê ji bo birêveçûna zêdetir gavên wê pêvajoyê bibe destpêkeke baş.”

Dilşad Şehab herwesa got, “Herêma Kurdistanê her tim bi aştiyê re bûye. Serok Barzanî gelek bizav kiriye ku şer û pevçûn bidawî bibin. Hemî hêsankarî hatine kirin ku ev merasîm bi baştirîn awa bê lidarxistin.”

Navbirî amaje jî da, “Herêma Kurdistanê qurbana sereke ya şer û aloziyên di navbera PKK û Tirkiyeyê de bûye. Ji ber ku em aliyekî hevkar in, ti kes û aliyek ji aliyê Hikûmeta Herêma Kurdistanê ve nehatiye mêvankirin.”

Berdevkê Serokatiya Herêma Kurdistanê tekez jî kir, “Hikûmeta Herêma Kurdistanê dê li paşerojê girîngiyeke mezin bide avedankirina hemî wan deverên ku ji ber şer û pevçûnan zirar dîtiye û şêniyên wan nekariye bi tenahî lê bijîn.”

Biryar e sibe (În, 11ê Tîrmeha 2025ê) merasîma çekdanînê ya hejmareke çekdarên PKKê li parêzgeha Silêmaniyê bê lidarxistin.