Nêçîrvan Barzanî: Pêngava Çekdanînê ya PKKê Pêvajoya Aştiyê derbasî qonaxeke nû dike

Navenda Nûçeyan (K24) – Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî îro 11ê Tîrmehê, pêngava PKKê ya ji bo danîna çekan, wek gaveke dîrokî û giring bi nav kir û pêşwazî lê kir. Serok Barzanî di peyameke fermî de ragihand, ev pêngav dê pêvajoya aştiyê ber bi qonaxeke nû ve bibe.
Nêçîrvan Barzanî di peyama xwe de da zanîn, ew bi germî pêşwaziyê li pêngava PKKê ya ji bo çekdanînê dikin. Ev pêngav di merasîmekê de li Herêma Kurdistanê bi amadebûna serkirdayetiya Dem Partî, nûnerên Herêma Kurdistanê, û hejmarek siyasetmedar, kesayet û dezgehên ragihandinê yên Tirkiyeyê hat ragihandin.
Nêçîrvan Barzanî got: "Ev pêngaveke din a giring û dilxweşker bû ji bo serxistina pêvajoya aştiyê. Em piştrast in ku ev pêngav pêvajoya aştiyê derbasî qonaxeke nû dike û dê pêngavên din ên kirdeî li pey xwe bîne ku pêvajoyê ber bi rêyeke rast ve dibin."
Serokê Herêma Kurdistanê herwiha pabendiya xwe ya temam bi berdewamiya piştgiriyê ji bo serxistina pêvajoya aştiyê tekez kir û got: "Di vê çarçoveyê de, em wek her carê amade ne ku her cure alîkarî û hêsankariyên pêwîst pêşkêş bikin û her erkekî ku bikeve ser milê me, bi cih bînin."
Nêçîrvan Barzanî bal kişand ser rewşa hestiyar a navçeyê û tekez kir, pêvajoya aştiyê di demekê de tê ku divê hemû alî ji bo serxistina wê hewl bidin. Herwiha got: "Di aştiyê de hemû alî serketî ne û serketina aştiyê, xizmeta Tirkiyeyê, tevahiya navçeyê û hemû aliyan dike."
Di dawiya peyama xwe de, Serokê Herêmê spasiyên xwe pêşkêşî Serokkomarê Tirkiyeyê Recep Tayyîp Erdogan kir ji ber destpêşxerî û hewlên wî yên ji bo serxistina pêvajoya aştiyê. Herwiha got: "Em bi rêzdarî li rola Bahçelî, Ocalan û hemû kesên ku ji bo serxistina aştiyê dixebitin, dinêrin."