Mesrûr Barzanî: Ez pêşwaziya pêvajoya aştiyê û pêngava yekê ya çekdanîna PKKê dikim
Navenda Nûçeyan (K24) - Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê pêşwaziya pêngava yekê ya çekdanîna PKKê dike û hêvî dike ku hemî alî pabendî bidestxistina aştiya rastîn bin.
Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî îro (În, 11ê Tîrmeha 2025ê) li ser hesabê xwe yê tora civakî ya Xê peyamek li ser pêngava yekê ya pêvajoya çekdanîna PKKê weşand.
Serokwezîrê Herêma Kurdistanê di peyama xwe de pêşwaziya pêvajoya aştiyê û pêngava yekê ya çekdanîna PKKê dike.
Serokwezîr Mesrûr Barzanî herwesa hêvî dike ku hemî alî pabendî bidestxistina aştiya rastîn bin û serdemeke nû ya bi hev re jiyan û aştiyê dest pê bike.
Ez pêvajoya aştiyê û gava yekem a danîna çekan ji aliyê PKKê ve pêşwazî dikim. Hêvî dikim ku hemû alî pabendî pêkanîna aştiyeke rastîn û serdemeke nû ya jiyana hevbeş û aramiyê bibin.
— Masrour Barzani (@masrourbarzani) July 11, 2025
Komeke endamên Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) ku ji 30 çekdaran pêk dihat îro (În, 11ê Tîrmeha 2025ê) li şkefta Caseneyê li devera Sûrdaşê ya qezaya Dukanê wekî niyetpaqijî ji bo pêvajoya aştiyê ya Tirkiyeyê çekên xwe danîn û şewitandin.