Polîtbûroya PDKê li ser çend pirsên girîng dicive

Navenda Nûçeyan (K24) – Polîtbûroya Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) îro 12ê Tîrmeha 2025an, civîna xwe ya asayî lidar dixe. Tê payîn ku di civînê de du mijarên sereke yên rojevê, neşandina mûçeyên karmendan ji aliyê Bexdayê ve û geşedanên dawî yên pêvajoya aştiyê ya li Tirkiyeyê, bên gotûbêjkirin.

Li gorî zanyariyên K24ê, civîna heftane ya Polîtbûroya PDKê dê li baregeha Barzanî were lidarxistin û tê de guftûgo li ser çend mijarên girîng ên Kurdistan, Iraq û herêmê bên kirin.

Mijara neşandina mûçeyên karmend û mûçexwaran ji aliyê Hikûmeta Federal a Iraqê ve, ku ev zêdetirî du meh in didome, weke pirsgirêka herî girîng a li pêşiya Hikûmeta Herêma Kurdistanê tê dîtin. Tevî ku Herêma Kurdistanê hemû pabendiyên xwe bi cih anîne û çendîn şand ji bo çareseriyê şandine Bexdayê, hikûmeta Iraqê zextên xwe yên li ser Herêma Kurdistanê roj bi roj zêdetir dike.

Ji bilî pirsgirêka mûçeyan, tê çaverêkirin ku Polîtbûroya PDKê li ser pêvajoya aştiyê ya li Tirkiyeyê û qonaxa yekem a çekdanîna PKKê jî raweste û helwesta xwe derbarê van geşedanên girîng de nîqaş bike.