Berpirsên Sûrî û Îsraîlî Azerbeycanê dicivin

Navenda Nûçeyan (K24) – Li gorî jêderekî dîplomatîk ji Şamê, berpirsên payebilind ên Sûrî û Îsraîlî li Bakuyê, paytexta Azerbaycanê, dicivin. Tê gotin ku ev hevdîtin rasterast e û di çarçoveya serdana Serokkomarê Sûriyeyê Ehmed Şera ya ji bo wî welatî de pêk tê.
Jêderekî dîplomatîk îro 12ê Tîrmeha 2025an ragihand, du berpirsên Sûrî û du berpirsên Îsraîlî li Bakuyê dicivin girîng. Hate zanîn, Serokê Sûriyeyê Ehmed Şera bi xwe beşdarî vê civînê nabe. Mijara sereke ya hevdîtinê, gotûbêjkirina "hebûna leşkerî ya Îsraîlê li Sûriyeyê piştî rûxandina rejîma Beşar Esed" e.
Ev pêngav di demekê de tê ku hewldanên dîplomatîk ji bo kêmkirina alozîyan li herêmê zêde bûne. Roja 4ê Tîrmehê Wezareta Derve ya Sûriyeyê daxuyaniyek belav kiribû û tê de amaje bi pêwendiyeke telefonî di navbera Wezîrê Derve yê Sûriyeyê Esed Şeyybanî û senatorê payebilind ê Amerîkî Marco Rubio de kiribû.
Di wê pêwendiyê de, Şeybanî amadehiya welatê xwe ji bo hevkariya bi Amerîkayê re anîbû ziman, bi taybetî ji bo vegera li ser "Peymana Veqetandina Hêzan" a ku di sala 1974an de di navbera Sûriye û Îsraîlê de hatibû îmzekirin.
Wezareta Derve ya Sûriyeyê got ku Şeybanî û Rubio li ser êrîşên berdewam ên Îsraîlê li ser başûrê Sûriyeyê, ku ji dema hilweşîna rejîma Esed ve bi girîngî zêde bûne, axivîbûn.