Cîgirê Fermandarê Bereya Kerkukê: Em bi dil û can axa pîroz a Kurdistanê diparêzin

Navenda Nûçeyan (K24) – Cîgirê Fermandarê Bereya Kerkûkê yê Hêza Pêşmergeyên Kurdistanê ragihand, tevî hemû qeyran û pirsgirêkên ku hikûmeta Iraqê ji bo xelkê Herêmê çêdike, Hêza Pêşmerge amade ye ku bi dil û can parastina axa pîroz a Kurdistanê bike.
Cîgirê Fermandarê Bereya Kerkûkê Emîd Fatih Gewredeyî îro 13ê Tîrmehê di daxuyaniyekê de ji bo K24ê ragihand: "Em spasiya Hikûmeta Herêma Kurdistanê dikin ku li ser bidestxistina mafên destûrî yên xelkê Herêma Kurdistanê rijd e, bi taybetî jî mafê mûçe û şayisteyên darayî, ku li ser pêşniyara aliyên derve û dijminên Kurdan, ji Bexdayê weke biryar hatiye derxistin."
Fermandar Gewredeyî ew gotegotên ku behsa ketina morala Hêza Pêşmerge li bereyên parastinê dikin red kirin û got: "Hêza Pêşmerge, hêza parastina axa Kurdistanê ye. Demekê bêyî mûçe û bêyî ti alîkarî jî, parastina axa Kurdistanê kiriye. Pêşmerge ti carî ji bo mûçeyê sengerên xwe li hemberî dijminan bernade. Bîr û baweriya Pêşmerge li çiya û niha jî li bajaran, tu guhertin tê de çênebûye û amade nîne serê xwe ji dijminên Kurd re bitewîne."
Herwiha Emîd Fatih Gewredeyî destnîşan kir, Hêza Pêşmerge di herêmên ku valahiya ewlehiyê lê heye de, bi taybetî di şerê li dijî DAIŞê de, li gel artêşa Iraqê di nav hemahengiyê de ye.