Erdogan: Em dê bo pêvajoya aştiyê komîsyonekê li parlamentoyê çê bikin

Navenda Nûçeyan (K24) - Serokkomarê Tirkiyeyê dibêje, “Wekî pêngava yekê ji bo pêvajoya aştiyê û çaksaziyên qanûnî, em dê li parlementoyê komîsyonekê ava bikin.” Amajeyê jî dide, "AK Partî, MHP û Dem Partî dixwazin ew pêvajo serkeftî be."
Serokkomarê Tirkiyeyê Recep Tayyip Erdogan îro (Yekşem, 13ê Tîrmeha 2025ê) di çarçoveya pêşkêşkirina gotarekê de amaje da, “Mafê tu aliyekî tune ku pêvajoya aştiyê têk bibe.” Eşkere jî kir, “Niha AK Partî, MHP û Dem Partî dixwazin ew pêvajo serkeftî be.”
Recep Tayyip Erdogan herwesa ragihand, “Wekî pêngava yekê ji bo pêvajoya aştiyê û çaksaziyên qanûnî, em dê li parlementoyê komîsyonekê çê bikin.”
Navbirî amaje jî da, “Divê hemî alî piştgiriyê bidin pêngavên parlementoya welatî.” Herwesa got, "Deriyê serdemeke nû ji bo Tirkiyeyê hat vekirin. Em armancên sedsala nû ya Tirkiyeyê pêngav pêngav ber bi rastiyê ve dibin."
Serokkomarê Tirkiyeyê ron jî kir, "Em di wan kesan digihîjin ên ku hîn jî gumanên wan li ser vê pêvajoyê hene, lê em dê hemî bizavên xwe bikin da ku gumanên wan kêm bikin."
Erdogan tekez jî kir, “Peyamên dost û birayên me li ser Tirkiyeya bê teror erênî bûn û ew piştgiriyê jî didin wê pêvajoyê.” Herwesa got, "Ev pêvajo ji bo hevrik û neyarên me bûye çavkaniya tirsê.”
Navbirî amaje jî da, “Gelek girîng e ku AK Partî, MHP û Dem Partî heta dawiyê piştgiriyê bidin pêvajoya aştiyê û wê bidomînin ji ber ku ew pêvajoyeke pir biryarder û girîng e.”
Komeke endamên Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) ku ji 30 çekdaran pêk dihat pêr (În, 11ê Tîrmeha 2025ê) li şkefta Caseneyê li devera Sûrdaşê ya qezaya Dukanê wekî niyetpaqijî ji bo pêvajoya aştiyê ya Tirkiyeyê çekên xwe danîn û şewitandin.