Balafirxaneya Hewlêrê: Geştên asmanî yên Tirkiye û Herêma Kurdistanê normal in

Navenda Nûçeyan (K24) - Li ser medyaya civakî hatiye parvekirin ku, Tirkiyeyê geştên xwe yên asmanî bi Herêma Kurdistanê, Iraqê û çend welatên din re rawestandine, lê piştî lidûçûna Kurdistan24ê, eşkere bû ku ew nûçe ne rast e.
Birêveberê Giştî yê Balafirxaneya Navneteweyî ya Hewlêrê Ehmed Hoşyar îro (Yekşem, 13ê Tîrmeha 2025ê) ji malpera Kurdistan24ê re ragihand, "Gotgotka rawestandina geştên asmanî yên Tirkiyeyê bi Herêma Kurdistanê û Iraqê re ne rast e. Tiştên ku tê behskirin tenê li ser medyaya civakî ne, ne fermî û ne rastî ne.”
Pêştir jî gotgotka wê yekê dihat parvekirin ku, Tirkiyeyê geştên xwe yên asmanî bi Iraq, Urdin û Îranê re rawestandibûn.