Li Dihok û Zaxoyê bi dronan êrîşî kêlgehên petrolê hat kirin

Navenda Nûçeyan (K24) – Dijeterora Kurdistanê ragihand, îro li sînorê parêzgeha Dihok û îdareya serbixwe ya Zaxoyê, bi çend dronên bombekirî êrîş li ser sê kêlgehên petrolê hatine kirin. Di encama êrîşan de ziyanên madî çêbûn, lê ti ziyanên canî nehatin tomarkirin.
Rêveberiya Dijeterora Kurdistanê di daxuyaniyekê de eşkere kir, îro 16ê Tîrmeha 2025an, di navbera saet 06:00 û 07:15ê de, bi çar dronên bombekirî êrîşî sê kêlgehên petrolê yên li sînorê parêzgeha Dihok û Zaxoyê hatiye kirin.
Li gorî daxuyaniyên Dijeterorê, êrîş bi vî rengî pêk hatine:
- Saet 06:00 û 06:15ê sibê: Bi du dronên bombekirî êrîş li ser kêlgeha petrolê ya Kompanyaya DNOyê ya li Pêşxabûrê, li sînorê îdareya serbixwe ya Zaxoyê, hatiye kirin.
- Saet 07:00ê sibê: Bi droneke din a bombekirî, êrîş li ser kêlgeha petrolê ya DNOyê ya li Tawkeyê, ku ew jî dikeve sînorê îdareya serbixwe ya Zaxoyê, pêk hatiye.
- Saet 07:14ê sibê: Bi droneke bombekirî, kêlgeha petrolê ya Kompanyaya Amerîkî "Hand Oil" a li Baedreyê, ser bi qezaya Şêxan a parêzgeha Duhokê, hatiye armanckirin.
Dijeterora Kurdistanê da zanîn, di êrîşên li ser kêlgehên DNOyê de ziyanên madî çêbûne, lê êrîşa li ser kêlgeha "Hand Oil" ti ziyanên canî û madî bi xwe re neaniye.
Serokatiya Herêmê êrîşan şermezar dike
Ev êrîş di demekê de tên ku di demên dawî de hejmara êrîşên bi dronan li ser kêlgehên petrolê û navçeyên cuda yên Herêma Kurdistanê zêde bûne.
Derbarê van êrîşan de, Serokatiya Herêma Kurdistanê duh, 15ê Tîrmehê, daxuyaniyek belav kiribû û ev kiryar bi tundî şermezar kiribûn. Di daxuyaniyê de hatibû xwestin ku "Divê hikûmeta federal a Iraqê hemû rêkarên bilez û pêwîst bi cih bîne da ku rê li van êrîşan bigire û êrîşkaran eşkere bike û wan ceza bike."
Serokatiyê herwiha tekez kiribû ku ev êrîş "aramî û serweriya welat û veberhênana navxweyî û biyanî dixin xeterê."