Cengiz Çandar: Niha Kurd li Tirkiyeyê tên qebûlkirin

Cengiz Çandar
Cengiz Çandar

Navenda Nûçeyan (K24) - Parlamenterê Dem Partiyê Cengiz Çandar dibêje, “Piştî şewitandina çekên PKKê, pêvajoya aştiyê li Tirkiyeyê çûye di qonaxeke nû de.”

Parlamenterê Partiya Wekhevî û Demokrasiya Gelan (Dem Partî) Cengiz Çandar di hevpeyvînekê de bi Kurdistan24ê re ragihand, “Ev demeke dirêj e ku em li benda rojeke wisa bûn. PKKê bi awayekî sembolîk li roja 11ê vê mehê çekên xwe danîn. Rojeke girîng û dîrokî bû.”

Cengiz Çandar herwesa got, "Ev pêvajo û ew xala ku em gihîştinê ne çareseriya pirsgirêka Kurdan e, lê dawî, bihêztirîn û dirêjtirîn serhildana Kurdan e di dîroka Tirkiyeyê de, ku ev 41 sal in didome."

Navbirî ron jî kir, "Di navbera Ocalan û dewletê de danûstandin hene. Ev demeke dirêj e ku ez lidûçûnê ji bo Ocalan dikim û Dem Partî li benda pêngavên nû ye. Piştî şewitandina çekan, Tirkiye çûye di qonaxa aştiyê de."

Parlamenterê Dem Partiyê amaje jî da, “Ev qonax wekî îradeya azadiya Kurdan tê hesibandin, dawiya serhildanê ye, Kurd teslîm nebûn, negot em teslîm dibin, niha hebûna Kurdan nayê înkarkirin. Hebûna Kurdan tê qebûlkirin.”

Cengiz Çandar amaje jî da, "Dem hatiye guhertin û em dixwazin bi rêya dezgehên demokratîk ên cuda ji bo mafên xwe bixebitin."

 
Fly Erbil Advertisment