Berdana ava Zeyê Biçûk hêvî ji bo cotkar û giyaneweran vegerandiye

Navenda Nûçeyan (K24) - Di van rojan de aveke baş di Zêyê Biçûk de ye û hema bibêje bi tevahî ji nû ve tê vejandin. Îran piraniya elektrîka xwe ji enerjiya atomî çê dike. Li gorî zanyarên piştî şerê Îran û Îsraîlê, dezgehên atomî yên Îranê zirar dîtiye, lewma ew niha westgehên kahroavî bi kar tîne da ku hewcedariyên xwe yên elektrîkê dabîn bike. Xwedîkerên giyaneweran got, "Ava Zêyê Biçûk ewqas kêm bûbû ku, bêhn jê dihat û pez û dewaran ew av venedixwar."

Îranê av ji Bendava Kolesê berda ser Zêyê Biçûk da ku elektrîkê çê bike, dilê bi hezaran cotkar, xwedîkerên giyaneweran û gundiyan li seranserî sînorê Herêma Kurdistanê xweş kir. Vê carê asta berdana avê bi rengekî ye ku di heşt havînên borî de wesa nebû, niha ji bo xwedîkerên giyaneweran rojeke taybetîtir e. Di rojên borî de astê avê hind kêm bûbû ku, bêhn jê dihat giyaneweran av jê venedixwar.

Omer Qadir ê xwedîkerê giyaneweran ji Kurdistan24ê re ragihand, “Av ewqas kêm bûbû ku pez li gelek cihan ew venedixwar ji ber ku wê avê bêhn dikir û zer bûbû.” Herwesa got, "Av ewqas kêm bûbû ku ti salekê bi vî rengî nebû, lê niha ku vegeriyaye pir sar e û hûn dê wê bixwazin."

Berdana ava Zêyê Biçûk ji aliyê Îranê ve di hefteyê de çend caran e û ne berdewam e lê bandoreke baş li ser Herêma Kurdistanê dike, ku îsal hevrûşî baranên kêm û hişkbûna çavkaniyên avê bûye.

Mam Mehmûd di germahiya 42 pileyên Celsius de mijûlî çinîna bamiyên xwe ye, lê berdana avê hênikbûnek bi dilê wî de aniye ji ber ku bîrên wan ên li ser Zêyê Biçûk hişk bûne û kar û çandiniya wan a îsal hema hema nêzîk bûye ku bidawî bê.

Mehmûd Heme yê cotkar jî got: "Hemî xelkê Pişderê vê avê ji bo karên çandiniyê bi kar tîne. Herwesa ava vexwarinê ji Zêyê Biçûk ji bo Qeladizê û derdora wê tê dabînkirin, lewma her dema ava wê hişk bibe, kedkarî li vê derê nayê kirin ji ber ku ava bîran jî kêm dibe û bîr hişk dibin.

Enerjiya atomî çavkaniya pareke zêde ya elektrîka Îranê ye lê dezgehên atomî yên Îranê di şerê 12-rojî yê li gel Îsraîlê de zirareke mezin dît. Ji bo dabînkirina elektrîkê, Îranê niha av ji bo westgehên kahroavî berdaye ser bendavên xwe û bendava Kolesê jî yek ji wan bednavan e.

 
Fly Erbil Advertisment