Serwer Hawarî: Me sê saylo bi dahata navxweyî çê kirine

Navenda Nûçeyan (K24) - Wekîlê Wezîrê Bazirganî û Pîşesaziyê yê Hikûmeta Herêma Kurdistanê ragihand, “38 hezar şîrket li Wezareta Bazirganiyê hatine tomarkirin, ku 31% di vê kabîneyê de bûn.” Herwesa dibêje, “Me ji dahata navxweyî sê saylo çê kirine.”
Wekîlê Wezîrê Bazirganî û Pîşesaziyê yê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Serwer Hawarî ji Kurdistan24ê re got, “Çend erk li ser milên Wezareta Bazirganî û Pîşesaziyê ya Herêma Kurdistanê ne, wekî tomarkirina şîrketan, tomarkirina nîşanên bazirganî, destûrdayîna hawirdekirin û hinardekirina kelûpelan ji derveyî welat, rêkxistina bazirganiya navxweyî û plandanana salane ji bo sektora bazirganî û pîşesaziyê ji bo projeyan bi alîkariya Desteya Veberhênanê.”
Serwar Hawarî amaje jî da, “Di kabîneya nehê ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê de, sektora bazirganiyê veguherîneke mezin dîtiye, bi awayekî ku niha 38 hezar şîrket li Wezareta Bazirganiyê hatine tomarkirin, ku 31% ji wan şîrketan di kabîneya nehê de hatine tomarkirin. Ev şîrket jî bazirganî ne û çalakiyên bazirganî di hemî sektorên cuda cuda de hene.”
Navbirî herwesa ragihand, “Zêdebûna şîrketên bazirganî dê bibe sedema peydakirina derfetên kar, pêşbazî di navbera şîrketan de çê dibe, hilgirtina li bazarî nahêle, herwesa derfetên kar û bazirganî û pîşesaziyê ji bo her kesekî navxwe û biyanî peyda bûne, bi vî rengî çalakiyên bazirganiyê hem li deriyan û hem jî li navxwe çê bûne.
Wekîlê Wezîrê Bazirganî û Pîşesaziyê herwesa got, “Hikûmetê kargeheke çîmentoyê bi hevparî bi sektora taybet re heye. Me kariye ji dahata wê çîmentoyê di çar salan de sê sayloyan çê bikin, ew jî sayloyên Quştepe, Roviya û Kelarê ne, ku xerciya her yek ji wan di navbera 19 heta 23 milyar dînaran de bû.”
Serwar Hawarî ron jî kir, "Ji sedî 75 heta 80 ji berhemên wan kargehên ku li Herêma Kurdistanê tên berhemanîn diçin başûr û naverasta Iraqê û ji sedî 20 jî li hundir tên bikaranîn. Yanî em bûne dabînkerên kelûpelan ji bo başûr û naverasta Iraqê lê Iraqê xalên kontrolê danîne û her roj hincetekê tîne û ji bo me pirsgirêkan diafirîne. Ew amade ye ku kelûpelan ji derve hawirde bike, lê ne amade ye ku ji Herêma Kurdistanê hawirde bike.