Eshed Şeybanî bi wezîrekî Îsraîlê re civiya

Navenda Nûçeyan (K24) - Wezîrê Derve yê Sûriyeyê Eshed Şeybanî li Parîsê bi navbeynkariya Nûnerê Taybet ê Amerîkayêli Sûriyeyê Tom Barrack bi Wezîrê Karûbarên Stratejîk ê Îsraîlê Ron Dermer re civiya.
Tom Barrack peyamek li ser hesabê xwe yê tora civakî ya Xê parve kiriye û tê de nivîsiye, "Ez vê êvarê li Parîsê bi Sûriyeyî û Îsraîliyan re civiyam."
Tom Barrack herwesa gotiye, "Armanca me ji rêxistinkirina wê hevdîtinê diyalog û hêminkirina rewşa aloziyan e. Ew jî me bi dest xistiye. Aliyan pabendbûna xwe ya bi danûstandinan re tekez kiriye.”
Barrack herwesa amaje daye pevçûnên xwînawî yên vê dawiyê li başûrê Sûriyeyê, ku tenê di hefteyekê de zêdetirî hezar û 200 kesan hatine kuştin.
Ew alozî jî li roja 13ê vê mehê li parêzgeha Suweydayê, ku bi piranî Durzî lê dijîn, di navbera çekdarên deverê û hêzên Bedewiyan de hatin destpêkirin.
Ew alozî gelek bilez zêde bûn, ji ber vê yekê jî Îsraîlê bi êrîşkirina li ser dezgehên fermî û leşkerî yên Sûriyeyê li Şam û Suweydayê mudaxele kir.