11 salan di kampan de: Awareyên Şingalê hêviya xwe ji vegerê birîne

Dihok (K24) – Piştî 11 salan ji jiyana di kampan de, awareyên Şingalê ji vegera li ser warê xwe bêhêvî bûne. Di bin kon û karwanan de, ew ji nebûna xizmetguzariyan û necîbicîkirina Peymana Şingalê gazinan dikin û dibêjin, "Êdî baweriya me bi tu alî nemaye."

Yazdeh sal di ser jiyana awareyiyê re derbas bûn, lê êş û zehmetiyên xelkê Şingalê yên di kampan de dijîn, bi dawî nabin. Di navbera germa havînê ya dijwar û sermaya zivistanê ya dijwar de, jiyaneke pir nexweş derbas dikin û hêviya wan a ji bo vegerê roj bi roj kêm dibe.

Ev çîroka awareyên Şingalê ye ku piştî komkujiya 2014an, hêj di kampan de mane û ji sozên ku ji bo vegera wan hatine dayîn, bêzar bûne.

"Baweriya me bi kesî nemaye"

Awareyên kampê dibêjin ku wan baweriya xwe bi saziyên navneteweyî, rêxistinên mafên mirovan û hikûmeta federal a Iraqê bi temamî winda kiriye.

Se'dûn Bekir, yek ji awareyên kampê, bi xemgînî dibêje: "Neteweyên Yekgirtî (UN) derî li me girtiye. Baweriya me bi kê heye? Baweriya me tenê bi Xwedê maye. Baweriya me ne bi Amerîkayê, ne jî bi hikûmeta Iraqê maye."

Heman hesta bêhêvîtiyê li cem Xudêda Silo jî heye û ew dibêje: "Baweriya me bi kesî nîne. Ez neçar im vegerim, lê ez nikarim zarok û pîrên xwe bi xwe re bibim rewşeke wiha ne diyar."

"Xizmetguzarî kêm û jiyan zehmet e"

Li gel bêhêvîbûna ji çareseriyeke siyasî, aware ji kêmbûna xizmetguzariyên bingehîn jî gazinan dikin.

Se'ûd Murad, awareyekî din e, balê dikşîne ser rewşa xerab a jiyanê û dibêje: "Xizmet gelekî lawaz in. Ava me tal e, ava şîrîn nîne, elektrîk nîne. Ev çi jiyan e?"

"Peymana Şingalê li ser rûpelan ma" 

Necîbicîkirina Peymana Şingalê, ku ji bo asayîkirina rewşa herêmê hatibû îmzekirin, hêviyên awareyan şikandiye. Ew diyar dikin ku her çiqas peyman ji bo wan wek nûçeyeke baş hatibe pêşwazîkirin jî, lê di pratîkê de tu gavên berbiçav ji bo vegera wan nehatine avêtin.

Piştî 11 salên jiyana di bin konan de, li gel hemû zehmetiyan, êdî awareyên Şingalê çavê xwe li asîmanan digerînin û hêvî dikin ku "Xwedê çareyekê ji halê wan re bibîne."