Hendirên Ehmed: Divê karê medyaya elektronîk li Herêma Kurdistanê were rêkxistin

Navenda Nûçeyan (K24) – Sendîkaya Rojnamevanan a Kurdistanê ji bo rêkxistina karê medyaya dîjîtal û elektronîk pêngavên nû diavêje. Sekreterê Encûmena Sendîkayê Hendirên Ehmed ragihand, pêwîst e karê medyaya elektronîk li Herêma Kurdistanê bikeve çarçoveyeke yasayî.
Hendrên Ehmed îro 2ê Tebaxê ji K24ê re diyar kir, Yasaya Hejmar 35 a sala 2007an, ku qada azadiyê berfireh kiribû, êdî pêdivî bi sererastkirinê heye, da ku li gorî pêşketinên teknolojîk û zêdebûna medyaya dîjîtal bê nûkirin.
Da zanîn jî, Encûmena Şêwrê di salên 2016-2017an de fetwayek derxistiye ku rê dide malperên înternetê û medyaya dîjîtal wek rojname û kovaran li sendîkayê bên tomarkirin û ev pêngav dê bibe alîkar ji bo rêkxistina vî warî.
Hendrên Ehmed tekez kir ku niyeta wan ne sînordarkirina azadiyê ye û got: "Em naxwazin yasayekê derxînin ku azadiya medyayê teng bike, belkû em dixwazin karê medyaya dîjîtal û medyaya civakî rêk bixin. Ji ber ku bi şêwaza kar a niha, medyaya civakî ziyanê digihîne takekesên Kurdistanê û jiyana taybet a mirovan."
Ehmed bang li hemû dezgehên medyaya dîjîtal kir ku xwe tomar bikin da ku bikevin çarçoveyeke yasayî. Herwiha got: "Me hemû alî agahdar kirine ku werin xwe tomar bikin da ku çarçoveyeke yasayî werbigrin. Ev yek dê bihêle ku di pêşerojê de li dadgehan parastina wan bê kirin û rojnamevanên wan karibin beşdarî çalakî û bûyerên fermî bibin. Bi vê yekê, êdî cudahî di navbera rojnamevanekî ku li medyaya civakî kar dike an jî yê ku li rojname û kovarekê kar dike de namîne."
Ji bo tomarkirinê, pêwîst e çavkaniya darayî, navenda dezgehê, xwediyê îmtîyazê, sernivîser û desteya nivîskaran diyar bin.
Rewşa Medyayê li Herêma Kurdistanê
Li gorî amarên dawî, li Herêma Kurdistanê rewşa medyayê wiha ye:
- 1600 dezgehên ragihandinê yên cuda.
- Zêdetirî 150 kanalên televîzyonê (30 ji wan esmanî).
- 176 radyo.
- 121 malperên elektronîk ên tomarkirî.
- 988 rojname û kovar.
- 8000 rojnamevanên endamên sendîkayê ne, ku 800 ji wan jin in.