Erdogan Xelata Wefayê ya Serokatiya Komarê pêşkêşî helbestvanê Kurd Ehmedê Xanî kir

Erdogan
Erdogan

Navenda Nûçeyan (K24) – Serokkomarê Tirkiyeyê navên serketiyên 'Xelata Mezin a Serokatiya Komarê ya Çand û Hunerê ya Sala 2026ê' ragihandin, ku tê de Xelata Taybet a Pola Wefayê da helbestvanê mezin ê Kurd Ehmedê Xanî, herwesa Erdogan bîranîna Xanî wekî stêreka cîhanî ya ruh û hizrê bilind nirxand.

Serokkomarê Tirkiyeyê Recep Tayyip Erdogan duhî Pêncşem, 29ê Cotmeha 2026ê, li ser hesaba xwe ya tora civakî ya Xê de peyamê belav kir û tê de bi rengekê fermî navên serketiyên 'Xelata Mezin a Serokatiya Komarê ya Çand û Hunerê ya Sala 2026ê' eşkere kirin, ku tê de pola Xelata Wefayê da helbestvan, hizirmend û edîbê navdar ê Kurd Ehmedê Xanî.

Serokkomarê Tirkiyeyê di peyama xwe de pesna tevaya serketiyên wê xelatê kir û ragihand: "Ez rêz û spasiyên bêhempa pêşkêşî kesatiyên gelek birêz ên warê zanist, çand û hunerê dikim ku hejîyî Xelata Mezin a Serokatiya Komarê bûn, li beranberî wê pêşkêşkirin û xizmeta bêhempa ya ku pêşkêşî welatê me kiriye; herwesa ez bi rehmet û rêz ve yek ji stêrkên me yên geş ên cîhana dil, ruh û fikirê, Hezretî Ehmedê Xanî, bibîr tînim."

Xelatên Serokatiya Komarê yên Çand û Hunerê li Tirkiyeyê her sal di gelek warên cuda cuda de pêşkêşî wan kesatî û dahêneran tên kirin ên ku şopa wan di warên edebiyat, mûzîk, sînema, zanist û çandê de diyar e, bo îsal jî, ligel pêşkêşkirina Xelata Wefayê bo Ehmedê Xanî, di çend warên din de xelat li ser kesatiyên diyar hatine parvekirin.

Ehmed Îlyas Rustem Beg, ku wekî Ehmedê Xanî tê naskirin, li sala 1650ê li bajarê Bazîdê yê parêzgeha Agiriyê li Bakurê Kurdistanê hatiye dinê. Xanî yek ji mezintirîn helbestvan, fîlosof û zanayên dîroka neteweya Kurd e û nivîskarê şakara nemir 'Mem û Zîn'ê û ferhenga 'Nûbihara Biçûkan' e, ku li ser asta cîhanî û herêmî wekî yek ji pêşengên hizir, rewşenbîrî û edebiyata klasîk tê naskirin.

Xanî li sala 1707ê li bajarê Bazîdê wexera dawiyê kiriye û li quntara çiyayê Agirî hatiye veşartin û mezarê wî li wê derê ye.