Şandeke Leşkerî ya Iraqê Ji bo Lêkolîna li ser êrişên dronî gihîşt Hewlêrê

Navenda Nûçeyan (K24) – Piştî zêdebûna êrişên dronan ên li ser zeviyên petrolê û navendên ewlehiyê yên Herêma Kurdistanê, şandeke hikûmeta Iraqê ku ji efserên hewalgirî û operasyonan pêk tê, ji bo lêkolînkirina van êrişan gihîşt Hewlêrê.

Şandeke hikûmeta Iraqê ji bo lêkolînkirina êrişên dronan ên li ser Herêma Kurdistanê, îro 2ê Tebaxê gihîşt Hewlêrê. Li gorî agahiyan, şande dê serdana kêlgehên petrolê yên ku bûne armanc bike û bi çend berpirsên Hikûmeta Herêma Kurdistanê re bicive.

Endamekî şandeyê ji peyamnêrê K24ê re ragihand, "ji bo lêkolînkirina hemû êrişên dronan ên li ser Herêma Kurdistanê û yekalîkirina vê pirsê, pêwîstiya wan bi demê heye."

Hatina vê şandeya leşkerî di demekê de ye ku hefteya borî, roja Duşemê 28ê Tîrmehê, şandeke bilind a Iraqê bi serokatiya Şêwirmendê Asayîşa Niştimanî Qasim Arecî serdana Hewlêrê kiribû.

Di wê serdanê de, Qasim Arecî di konferanseke rojnamevanî ya hevbeş de ligel Wezîrê Navxwe yê Herêma Kurdistanê Rêber Ehmed ragihandibû: "Êrişên dronan ên li ser Herêma Kurdistanê, ziyanê digihînin navûdeng û aboriya Iraqê. Em van êrişan şermezar dikin û êrişkar dê bigihîjin cezayê xwe."

Ji destpêka meha Tîrmehê ve heta niha, zêdetirî 20 êrişên dronî û mûşekî li ser bajarên Herêma Kurdistanê û kêlgehên petrolê hatine kirin.