Serok Barzanî û Konsulê Îtalyayê tekez li ser pêşxistina têkiliyên dostane kir

Navenda Nûçeyan (K24) - Serok Barzanî û Konsulê Giştî yê Îtalyayê li Hewlêrê li ser pêşxistina têkiliyên di navbera Herêma Kurdistanê û Îtalyayê de axivîn, Konsulê Giştî yê Îtalyayê piştgiriya welatê xwe ji bo Herêma Kurdistanê tekez kir û Serok Barzanî jî rola Îtalyayê bilind nirxand.
Serok Mesûd Barzanî Îro (Yekşem, 03ê Tebaxa 2025ê) li Pîrmamê pêşwaziya Konsulê Giştî yê Îtalyayê li Hewlêrê Tommaso Sansone kir.
Serok Barzanî di wê hevdîtinê de amaje da ku, Herêma Kurdistanê girîngiyeke mezin dide têkiliyên xwe yên bi Îtalyayê re û her tim rola hikûmet û gelê Îtalyayê li beranberî xwe bilind dinirxîne.
Serok Barzanî herwesa bal kişand ser rol û piştgiriyên Îtalyayê ji bo Herêma Kurdistanê di şerê li dijî terorîstên DAIŞê de, û tekez kir ku Herêma Kurdistanê piştgiriya Îtalyayê ji bîr nake.
Konsulê Giştî yê Îtalyayê jî ji aliyê xwe ve piştgiriya hikûmet û gelê Îtalyayê ji bo Herêma Kurdistanê û pêşxistina têkiliyên di navbera Herêma Kurdistanê û Îtalyayê de di warên cuda cuda de tekez kir.
Her di wê civînê de her du aliyan dîtin û nerînên xwe li ser dawî pêşkeftin, qebxwazî, rewşa siyasî û guhertinên li deverê û Iraqê, têkiliyên di navbera Hikûmeta Herêma Kurdistanê û Hikûmeta Iraqê de, pêvajoya aştiyê li Tirkiyeyê û aloziyên Sûriyeyê li hev guhertin.
Her du aliyan li dawiyê jî tekez li ser pêşxistina têkiliyên dostane yên di navbera gelê Kurdistanê û gelê Îtalyayê de kir.