Şaredariya Hewlêrê: Dest bi qonaxa yekê ya kembera keskatiyê hat kirin

Hewlêr
Hewlêr

Navenda Nûçeyan (K24) - Serokê Şaredariya Hewlêrê Karzan Hadî îro (Duşem, 04ê Tebaxa 2025ê) taybet ji malpera Kurdistan24ê re ragihand, “Kembera keskatiyê bi awayê bazineyî li dora Hewlêrê dizivire, tevî zêdetirî 10 golên destçêkirî ji bo avdana daran, niha qonaxa yekê hatiye destpêkirin.”

Serokê Şaredariya Hewlêrê got, “Rûberê qonaxa yekê ya projeya keskatiyê ya bajarê Hewlêrê 12 hezar 900 donim e, ji hêla şîrketeke navxweyî ve tê bicîhanîn û jivanê temambûna wê jî nehatiye diyarkirin.”

Li ser qonaxa duyê, Serokê Şaredariya Hewlêrê ragihand, “Ev proje projeyên stratejîk in, mîna projeya ava hawarhatinê ya bilez, projeya Ronakiyê, kembera keskatiyê jî her bi wî awayî stratejîk e, lewma zêdetir xwendin jê re tê kirin.”

Karzan Hadî got, “Em dê hemî bizavan bikin ku ew bi zûtirîn dem bê temamkirin.”

Ev proje ji bo kêmkirina bandorên guherîna keşûhewayê di çarçoveya masterplana bajarê Hewlêrê de ye. Di vê projeyê de, bi mîlyonan darên fistiq û zeytûnan dê li dora Hewlêrê bên çandin, ew jî dê bibe çareseriyeke guncayî ji bo kêmkirina bandorên guherîna keşûhewayê, diyardeya barîna tozê û zêdekirina rêjeya keskatiyê li Hewlêrê.

 
 
 
 
Fly Erbil Advertisment