SOMO: Me hemî amadekarî bo hinardekirina petrola Herêma Kurdistanê kirine

Navenda Nûçeyan (K24) - Rêveberê Giştî yê Şîrketa Berbazarkirina Petrola Iraqê (SOMO) îro (În, 8ê Tebaxa 2025ê) ragihand, "Me hemî amadekarî ji bo hinardekirina petrola Herêma Kurdistanê kirine." Herwesa got, “Me Peymanên xwe bi şîrketan re temam kirine.”
Rêveberê Giştî yê SOMOyê amaje da ku, ew niha bi tevahî amade ne ku petrola Herêma Kurdistanê hinarde bikin, li benda mîqdara wê petrolê ne ya ku Biryar e Herêma Kurdistan bide destê wan.
Şîrketa Berbazarkirina Petrola Iraqê (SOMO) di daxuyaniyekê de jî red kir ku, ti tevlihevkirin û qaçaxçîtiya petrolê li benderên Iraqê kiribe. Herwesa got ku, ti delîlek di wî warî de nehatiye pêşkêşkirin.
Di daxuyaniyê de hatiye gotin, "Propagandayên li ser qaçaxçîtiya petrolê bo welatên cîran cihê şermezariyê ne û nerast in." Herwesa hatiye gotin, “Ti pêvajoyeke wesa li benderên Iraqê û avên herêmî tune ye.”
SOMO bal kişand ser wê yekê jî ku, ti delîlek ji aliyê aliyekî navneteweyî ve tune ku Amajeyê bide qaçaxçîtiya petrolê. Herwesa got, "Ew gotinên di wî warî de tên kirin ne rast in û ti bingeheke zanistî jî tune."