Desteya Geştiyariyê: Divê li deverên geştiyariyê cihên taybet bo berhemên xwemalî bên dabînkirin

Navenda Nûçeyan (K24) - Rêveberê Berbazarkirinê yê Desteya Geştiyariyê ya Herêma Kurdistanê ragihand ku, divê li hemî deverên geştiyariyê cihekî taybet ji bo berbazarkirina berhemên karên destî û xwemalî bê dabînkirin. Eger ne, ew dê bên cezakirin.
Rêveberê Berbazarkirinê yê Desteya Geştiyariyê ya Herêma Kurdistanê Sîrwan Tofîq îro (Yekşem, 10ê Tebaxa 2025ê) ji malpera Kurdistan24ê re ragihand, "Ji bo berbazarkirina berhemên karên destan û xwemalî, me ev yek li hemî deverên geştiyariyê, xasma jî li hotelên pênc-stêrk, kiriye şert ku divê ji bo van berheman cihekî taybet bê destnîşankirin. Eger ne, ew dê bên cezakirin û lêpirsîna qanûnî dê pê re bê kirin."
Sîrwan Tofîq herwesa got, "Bi alîkariya rêxistineke Almanyayî û UNESCOyê, brî niha korsek ji bo 380 kesan di warê çêkirina ferş, tesbîh û berhemên bedewiya jinan de hatiye vekirin û serkeftiyên wê li deverên geştyarî dest bi karî kiriye. Niha li hemî deverên geştiyariyê, berhemên karê destî û xwemalî ji hêla kur û keçên welatê me ve tên pêşkêşkirin."
Rêveberê Berbazarkirinê yê Desteya Geştiyariyê piştrast jî kir, "Divê hemî deverên geştiyarî û xasma jî hotelên pênc-stêrk li şûna tabloyên bi zimanên din tabloyên bi Kurdî daliqînin. Di warê muzîk û stiranên Kurdî de jî, me bizav kiriye ku herî zêde stiranên gelêrî yên Kurdî bên pêşkêşkirin.”
Sîrwan Tofîq amaje jî da, "Armanca me ew e ku em berhemên karên destî û xwemalî yên Herêma Kurdistanê bi kesên ku serdana cihên me yên geştiyariyê dikin bidin nasîn, da ku ew bi xwe re bibin welatên xwe."